REQQA – Şervanên jin ên êzidî yên li Reqqayê şer dikin, bal kişandin ser îlankirina Xweseriya Demokratîk a Şengalê û aşkera kirin ku ev bersiva 73 fermanan e û xweseriya Şengalê silav kirin.
Pêngava azadkirina Reqqayê ya di pêşengiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de didome, di roja 78'an de ye, li taxên Mansûra û Reşîd ên eniya rojhilat pevçûn dewam dikin. Hêzên QSD'ê bersivên tund didin êrîşên DAIŞ'ê û bi pêş ve diçin, li her du taxan jî qadeke girîng di kontrola şervanan de ye. Li eniyên bakur û başûr jî pêşketinên şervanan dewam dike, şervanên jin ên êzidî yên di Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) de cih digirin, xweseriya Şengalê silav kirin.
'ÊZIDÎ DIXWAZIN XWE BI RÊVE BIBIN'
Fermandara YJŞ'ê Dersim Ezdîxan a di operasyona li Reqqayê de cih digire, aşkera kir ku ew 78 roj in di operasyonê de cih digirin, li dijî DAIŞ'ê mil bi mil bi şervanên YPG/YPJ'ê re şer dikin. Ezdîxan îlankirina xweseriya Şengalê jî silav kir û destnîşan kir ku piştî li gelek herêman û li Reqqayê serkeftin bi dest xistine, Şengal jî gihiştiye xweseriya xwe û wiha axivî: "Gelê êzidî îro li dijî hemû êrîş, sirgûn û komkujiyan xwe bi rêxistin dike û bi hêza xwe li ser piyan dimîne. Gelê êzidî destpêkê di warê leşkerî de xwe bi rêxistin kir, niha jî di qada civakî de pêngavan davêje û dixwaze xwe bi xwe bi rêve bibe."
DI PÊŞENGIYA JINAN DE BI PÊŞ DIKEVE
Ezdîxan destnîşan kir ku kesên ji komkujiyê êşên mezin kişandin, îro di rêveberiya xweseriyê de cih girtine û wiha pê de çû: "Em vê gavê û îlana xweseriyê wekî bersiva 73 fermanan dibînin û ev bersiveke ji bo wê ye. Li Şengalê pêşketinên herî mezin di pêşengiya jinê de pêk tên. Jinên êzidî li dijî fermanan li ser piyan in û bersivê didin êrîşan. Bi vê hêzê hem xwe û hem jî gelê xwe diparêzin."
XWESERÎ LI ŞENGALÊ PÎROZ BE
Ezdîxan piştrast kir ku gel di warê leşkerî de jî bi pêş de çûne û di her qadê de xwe bi rêxistin kirine, bi vê têkoşînê xwe bi pêş xistine û wiha dewam kir: "Ji bo komkujiyên bi vî rengî pêk neyên, gel birareke wiha girtiye. Jinên li Reqqayê şer dikin, vê biryara ku gel daye silav dike. Xweseriya Şengalê li hemû gelê me pîroz be."
Nazim Daştan - dîhaber