CENEVRE - Neteweyên Yekbûyî (NY), der barê jin û zarokên kui li Iraqê rastî êrîşên DAIŞ'ê hatin û hatin revandin, rapor amade kir. NY'ê di raporê de diyar kir ku bi hezaran zarok û jinên hatin revandin ji piştgiriya derûnî, tibbî, aborî mahrûm tên girtin. NY'ê, xwest Hikûmeta Iraqê û Rêveberiya Kurdistana Federe zagonên pêwist rast bike û gavan bavêje.
Mîsyona Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (MANUI) û Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan der barê jinên êzîdî û bi hezaran jin û zarokên li Iraqê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin û rewşa wan rapor amade kir. NY'ê, di raporê de diyar kir ku zarok û jinen hatin revandin û bi taybetî jinên Êzîdî yên hatin revandin mafê wan yê li gorî hiqûqa navneteweyî û hiqûqa mirovahiyê hatiye binpêkirin.
Komiserê Bilind ê Mafê Mirovan ê NY'ê Zeid Raad Al Hussein û Nûnerê Taybet ê Iraqê ye Sekreteriya Giştî ya NY'ê Ján Kubiš, daxuyanî da çapemeniyê. Zeid Raad Al Hussein, di daxuyaniyê de diyar kir ku kesên mexdûr rastî êrîşa zayendî tên û wekî koleyan tên firotin. Al Hussein, destnîşan kirin ku ji bo al biguherînin zorê li wan dikin û wiha got: "Rastî gelek pêkanînên dijmirovahiyê tên. Ji aliyê endamên DAIŞ'ê ve rastî tundiya fîzîkî û derûnî tên. Kesên travma derbas dikin divê bên dermankirin. Kî dibe bila bile divê tu zarok rastî cudakarî u binpêkirina mafan nayên. Dive zarokên li herema DAIŞ'ê ji dayik bûne bên parastin. Dive hikûmet wan li dijî tundi û êrîşan biparêze. Divê rastî cudakariyê neyên.
Nûnerê Taybet ê Iraqê ye Sekreteriya Giştî ya NY'ê Ján Kubiš jî anî ziman ku Iraqa piştî DAIŞ'ê bê avakirin divê tundî bi dawî bibe û aştiyek mayinde bê avakirin û wiha got: "Ji bo vê yekê jî divê jin di nava şertên wekhev û aştiyê de bijîn. "
Piştre rapor hat xwendin. Di raporê de hat diyar kirin ku tevî hewldana Iraqê gelek jin û zarokên ketine destê DAIŞ'ê ji alîkariya tibbî, derûnî û aboriyê bêpar hatine hiştin. Di raporê de hat zanîn ku alîkariya tê kirin têr nake û zarokên li herêma di kontrola DAIŞ'ê de ji dayik dibin ji gele mafên xwe bêpar tên hiştin û wiha hat gotin: "Jin ji mafê xwe yê dermankirinê sûdê nagirin. Dıvê jinên ketine bin tundiya DAIŞ'ê ji bo ji travmayê bên rizgarkirin. Bi hezaran zarok û jinên hatin revandin ji piştgiriya derûnî, tibbî, aborî mahrûm tên girtin. Divê Hikûmeta Iraqê û Rêveberiya Kurdistana Federe zagonên pêwist rast bike û gavan bavêje.
Herêma Kurdistana Federa li hemberî jin û zarokên ji aliyê DAIŞ'ê ve rastî tundiyê hatine ji bo parastinê tu gavan avêje û pergala edaletê pêk nayê.