NAVEND NÛÇEYN - Pêngava "Cemga Mezin" a şervanên QSD'ê li dijî Reqqayê daye destpêkirin, bi hemû hêza xwe dewam dike, şervanên ku ji bo rizgarkirina sivîlan bi baldarî tevdigerin, îro jî gelek sivîl rizgar kirin.
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi berfirehî dewam dike. Gelek sivîlên ji taxan tên rizgarkirin, di pêşengiya şervanan de derbasî cihên ewle tên kirin. Îro jî şevanan bi dehan welatiyên sivîl rizgar kirin. Di nava sivîlan de 5 sivîlên ku bi mayînên çeteyan birîndar bibûn jî hene. Hat diyarkirin ku di teqînê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî nûçeya ANHA'yê, sivîlên ku dixwestin ji çeteyan birevin, li mayîna çeteyan qelibîne û di encama teqînê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û 5 sivîl birîndar bûne. Şervanan birîndar rakirin nexweşxaneyê. Cenazeyên her du sivîlan jî ji herêmê hatin rakirin.
Sivîlên hatin rizgarkirin aşkera kirin ku hejmara sivîlên li taxên Reqqayê dixwazin ji çeteyan rizgar bibin, gelek zêde ne, lê ji ber mayînên çeteyan û gulebarankirinê nikarin xwe ji taxan rizgar bikin