AMED – Li gel rapora ATK’ê ya “nikare di girtîgehê de bimîne” girtiyê nexweşê penceşêrê Ahmet Bayar ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê rewşa wî xedar bû. Malbata Bayar li dijî bêdengiya rayedaran li ber girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê ya greva birçîbûnê kir.
Nexweşê penceşêra pişikê yê girtî Ahmet Bayar ê ku ji ber di 15’ê Sibata 2011’an de tevlî çalakiyeke protestoyê bûbû û bi hinceta “Ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kiriye” doz lê hatibû vekirin û cezayê wî hatibû erêkirin û hat girtin. Bayar ê nêzî 5 mehe di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de tê girtin rewşa tenduristiya wî xedar bû. Malbata Bayar ji bo hevdîtinê çû girtîgehê. Malbata da zanîn ku di dema hevdîtinê de Bayar sandalye bi teker anîne kabîna hevdîtinê û nikaribûye biaxive û ferdê malbatê nas nekiriye. Malbat piştî ji hevdîtinê derket li dijî bêdengiya rayedaran şermezar bike li ber girtîgehê dest bi çalakiya rûniştina greva birçîbûnê kir.
‘REWŞA BIRAYÊ MIN XEDAR E’
Xwişka Bayar, Melîha Baykara destnîşan kir ku birayê wê wek miriyekî bi sandalye bi teker anîne kabîna hevdîtinê û wiha got: “Em bi têlefonê jî nikarin pê re biaxivin. Me agahiya 5 roj berê nikare xwarinê bixwe girt. Em rojan ji bo birayê min dijmêrin. Du xwişk, keçik û hevjîna wî em çûn hevdîtinê. Qet nikaribû bi me re biaxive û me nas nekir. Li ser doşeka mirinê wî anîbûn. Em dixwazin ku wî berdin. Em dixwazin birayê min ji vir werbigirin û bibin malê. Qet nebe bila rojên xwe yên dawî li malê derbas bike.”
‘BAVÊ MIN HIŞÊ XWE WINDA KIRIYE’
Keça Bayar, Selma Bayar jî der barê nexweşîn û girtina bavê xwe de ev tişt got: “Bavê min ji 31’ê adarê ve girtî ye. Ev du sale ji nexweşîna penceşêrê derman dibû. Roja ku bavê min girtin jî randevuya wî ya nexweşxaneyê hebû lê wî girtin birin zîndanê. Di nav şertên girtîgehê de bavê min hişê xwe winda kir. Bi tu awayî pêdiviyên wî nayên dermankirin. Hevalên wî li girtîgehê alîkariya wî dikin. Nikare xwarin û vexwarinê bixwe. 5 mehe di girtîgehê de hêj dermankirina wî pêk tê. Ev jî dermankirinek dereng maye. Me nas nake. Niker ji ber êşên xwe bisekine. Bifikirin bavê min keça xwe û hevjîna xwe nas nake. Rewşa wî pir xedar e. Lê hêj di girtîgehê de dimîne. Bi sandalyeya bi teker anîn hevdîtinê lê ne axivî.”
‘EM DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DIKIN’
Bayar da zanîn ku beriya bavê wê bikeve girtîgehê ji sedî 80’ê rapora wî hebûye û wiha domand: “Rêveberiya girtîgehê vê raporê li ber çavan nagire. Piştî me kar û barên rapora wî sererast kir vê carê ji sedî 85 rapora astengiyê danê. Lê hêj nayê tehliyekirin. Rapora Saziya Tiba Edlî jî a ‘nikare li girtîgehê bimîne” jî kêrî tu tiştekî nayê. Bila demildest bavê min berdin. Nikare di şertê girtîgehê de bimîne. Em jî li vir dest bi çalakiya greva birçîbûnê dest pê dikim. Ez li bendê me ku herkes destekê bide çalakiya me. Heta ku bavê min bernedin em dev ji çalakiya xwe bernadin.”
Çalakiya malbatê li ber girtîgehê dewam dike.