Sekreterê Giştî yê Dev-Gençê Uluer jiyana xwe ji dest da

NAVENDA NÛÇEYAN – Sekreterê Giştî yê Dev-Gençê Bulent Uluer, yek jî kesayetê herî girîng ê şoreşa Tirkiyeyê û serdema 78'an e. Uluer li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, çû ser dilovaniya xwe.

Bulent Uluer yek jî wan kesên di şoreşa Tirkiyeyê û serdema nivşên 78'an de pêşengî ji xwendekaran re kiribû. Uluer demekê Sekreterê Giştî yê Dev-Gençê jî kiribû, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Bijîşkê CHP'î Şahîn Ozdemîr ê tenduristiya Uluer dişopand, li ser hesabê xwe yê Facebookê aşkera kir ku di 10'ê Tabaxê de Uluer rakirine nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest daye. Ozdemîr da zanîn ku ew ê paşê der barê merasîma cenaze de agahiyan parve bikin.

BULENT ULUER KÎ YE?

Bulent Uluer di sala 1952'yan de li navçeya Înebolu ya Kastamonuyê hat dinê. Uluer dema li Fakulteya Îktîsatê ya Zanîngeha Stenbolê de xwendekar bû, di demek kin de bû serokê Komeleya Xwendekaran. Di sala 1974'an de Uluer, Oguzhan Muftuoglu, Nasuh Mîtap, Paşa Guven û Dursun Karataş re bi hev re Kovara Devrîmcî Gençlîkê derxistin û piştre Federasyona Komeleyên Ciwanên Şoreşger ava kirin.

Bulent Uluer, Dursun Karataş û Paşa Guven bi hev re di Devrîmcî Solê de cih girtin. Heta sala 1978'an Sekreteriya Giştî ya Dev-Gençê kir.

Piştî Derbeya 12'ê Îlonê hat îlankirin, Uluer di lîsteya destpêkê de cih girt. Ji ber wê neçar ma derkeve derveyê welat, di vê demê de demekê li Fîlîstînê di wargehan de perwerdeya gerîlatiyê dît. Pişr re demek dirêj li Ewropayê ma.

Cezayên der barê Uluer de piştî ketin ber demboriyê, vegeriya Tirkiyeyê. Di sala 1995'an de ji Partiya Demokratîk a Gel (HADEP) bernamzetê wekîltiyê bû.

Piştre beşdarî avabûna Partiya Piştgirî û Azadiyê (ODP) bû û bûbû Endamê Meclisa Partiyê. Piştre wekî endamê Lijneya Şêwirmendiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat hilbijartin û di hilbijartinên Hezîrana 2015'an de, ji HDP'ê bûbû namzetê herêma 1'emîn a Stenbolê

Bulent Uluer bi gelek îşkenceyan re rû bi rû mabû; ji ber îşkenceya Dardakirina Fîlîstînê bişta wî seqet mabû.