ENQERE – Li Kolana Yukselê çalakiya “Em karê xwe paş ve dixwazin” di roja 287’emîn dewam kir. Polîsan dîsa pankarta çalakgeran çirand. Çalakgeran nerazîbûn nîşanî polîsan da û got: “Hûn ji pankartê jî ditirsin.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça li Kampûsa Nexweşxaneya Girtîgeha Sîncanê di roja 167’emîn de didom.e Çalakiya ji bo piştevaniya Gulmen û Ozakça û “Em karê xwe paş ve dixwazin” jî ya li Kolana Yukselê ket roja 287’emîn.
Kedkarên xwestin li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê çalakiya xwe li dar bixin, li Kolana Konurê kom bûn. Polîsan destûr neda çalakgeran li ser vê yekê çalakgeran jî li ber mertalên polîsan pankarta “Bila Nazîfe Onay bê berdan”, “Greva birçîbûnê ya Nuriye û Semîh di roja 167’emîn de ye bila bên berdan” hat hildan û sloganên “Nuriye Semîh rûmeta me ne” û “Em kedarin, mafdarin û em ê bi ser kevin” berz kirin.
Çalageran mil da milê hev lê rastî dafdana polîsan hatin. Polîsan heta Kolana Meşrutiyet çalakgeran bi dafdanê ji cihê çalakiyê dûr kir û çalakgeran jî slogan berz kir.
'SERÊ KESEKÊ 5 POLÎS’
Polîsan angaşt kir ku çalakî li dijî qanûnê ye û xwestin pankartê biçirînin. Çalakgeran jî bertek nîşanî polîsan da û got: “Ew qas ne tirsin. Lê hûn ji pankartê jî ditirsin. Serê çalakgerek 5 polîs dikevin û dorpêç dikin. Hezar slav li mamosteyan ên li Sîncanê bi birçîbûnê xwe têr dikin.”
Çalakî bi lêdana çepikan bi dawî bû.