Dev ji vê şaşiya xwe berdin

ÎZMÎR –Parazvanên mafên mirovan û hiqûqnasan bertek nîşanî pêkanîna “Kincên yek rengî” dan û bang li serokomar û desthilatdariyê kirin ku dev ji vê şaşiya xwe berdin.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), nûnerên Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem a (ÇHD) derbarê “Kincên yek rengî” de li avahiya ÎHD’ê civîna çapemineyê lidarxistin.

Rêveberê Şaxa ÎHD'a Îzmîrê Ahmet Çîçek li ser navê saziyan axivî û diyar kir ku bi xistina dirojevê ya vê mijarê şer li ser derûniya girtiyan dikin û wiha got: "Ger ku vê pêkanînê têxin meriyetê dê mafê parastina mirovan binpê bikin. Ev pêkanîn dadgehan dikin berdewamiya girtîgehê.”

‘AWAYÊ ÎŞKENCEYEK DINE'

Çiçek da zanîn ku pêkanîna “Kincên yek reng” îşkencê, bênasnametiyê û bêkesayetkirinê dixe hedef û got: “Pêkanîna ‘Kincên yek reng’ awayê îşkenceyek dine. Ger serokomar li girtîgehê ‘kincên yek reng’ li xwe bikiraya gelo dê çibikira.”

Çiçek aşkera kir ku berê jî li Tirkiyeyê ev pêkanîn hat ceribandin û wiha pê de çû: “Ev polîtîka di 12’ê Îlona 1983’an li girtiyên siyasî hat ferzkirin. Di encama berxwedana girtiyan de dewletê ji vê pêkanîna xwe paşve gav avêt. Heyetên dadgehê heya demek dirêj girtiyên dinava xwînê de mayîn û bikincên binî ku derketin pêşberî dadgehê, ji nedîtive hatin û bi vê yekê îşkence rewa kirin.”

'JI VÊ ŞAŞIYA XWE VEGERIN'

Çîçek desnîşan kir ku ew vê pêkanînê qebûl nakin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li desthilatdariyê dikin ku dimildest dev ji vê pêkanîna xwe ya şaş berdin.”