ENQERE - Seroka Giştî ya ESP'ê Çiçek Otlu hat girtin. Otlu peyama “Kes nikare me teslîm bigre” da.
Polîsan Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Çiçek Otlu li Enqereyê şevê din binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê. Otlu derxistin Edliyaya Enqerê û bi SEGBÎS’ê îfade da Dadgeha Dêrsimê. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeya Otlu guhdar kir, der barê Otlu de biryara girtinê da û Otlu hat girtin.