Bakirciyan li Reqqayê hat bibîranîn

REQQA – Fermandarê TKP/ML-TÎKKO yê Rojava Orhan Bakirciyan ji aliyê hevalên xwe ve li eniyê hat bibîranîn.

Fermandarê TKP/ML-TÎKKO yê Rojava Orhan Bakirciyan (Nubar Ozanyan) ji aliyê hevalên xwe ve bi merasîmekê hat bibîranîn. Merasîma bîranê li taxa Meşleb a dikeve rojhilatê Reqqayê pêk hat û wêneyên Ozanyan, alên YPG, YPJ, Tabûra Azadiya Enternasyonalîst hatin hildan.

Merasimê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de şervanê TKP/ML TÎKKO Mahîr Bakirciyan diyar kir ku Orhan Bakirciyan dem bi dem di nav Tabûra Azadiya Enternasyonalîst de cih digirt û wiha got: “22 çete kuşt û pêşî li komkujiyan girt. Wî pratîkek di nav şerê fermandiriyê de di bîra me de hişt. Kesek hînker bû û her tim şervanan li pêş dixist.”

Bakirciyan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser kesayetî, salên têkoşîn û berxwedana Orhan Bakirciyan û got ku dilsoziya bi cangoriya Bakirciyan re anî ziman.

Pişt re daxuyanî bi zimanê îngîlîzî û faransî hat xwendin û merasîm bi dawî bû.