Serlêdana 681'an jî hat redkirin

STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, 681 car e serî li Serdozgerê Komarê yê Bursayê dan, lê ev serlêdana wan jî hat redkirin.

Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç, di saetên serê sibehê de ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgerê Komarê yê Bursayê dan. Daxwaza hevdîtina parêzeran bi hincetên wekî di Qanûna Mafên Înfazê ya Tevdîrên Ewlehiyê û Ceza ya bi Hejmara 5275'an, der barê hikumxwaran de hin tevdîrên sînorkirinê hatine girtin, serlêdan hat redkirin.

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha parêzerên Ocalan 681 caran ji bo hevdîtinê serlêdan pêk anî, lê hemû serlêdanên parêzeran bi hincetên wekî "Keştî xirabe ye", "Rewşa hewayê ne baş e" û "OHAL" heye, hatin redkirin.