Kişanak peyama sersaxiyê ji bo Barcelona şand

STENBOL – Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ji girtîgehê ji Şaredarê Barcelonê Ada Colau re nameya sersaxiyê şand.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ya li Girtîgeha Tîpa F a Kandiraya Kocaelî girti ye, têkildarî êrîşa DAIŞ’ê ya li Barcelona Îspanyayê 13 kes kuştin û 100 kes birîndar kirin ji Şaredarê Barcelonê Ada Colau re peyama sersaxiyê şand.

Kişanak, di nameyê de diyar kir ku êrîşa terorê ya li dijî mirovahiyê ku li bajarê Barcelona pêk hat, bi xemginiyek mezin pêşwazî dike û wiha got: "Ez kesên ku di vê êrîşa hovane de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim û sersaxiyê ji malbat, gel û hemû mirovahiyê re dixwazim. Ji birîndaran re jî şîfaya lezgîn dixwazim. Hûn êşên bajarê xwe dipêçin, ez jî êşa we parve dikim. Ez di wê baweriyê de me, em ê karibin êrîşên terorîzmê bin bixin. Bi piştevanî û dost bimîn in. Silav û Heskirin."