Stranbêj Hozan Baran hat girtin

KOCAELÎ - Li Kocaeliyê, bi hinceta di hesabên xwe yên civaka medyayî de "propagandaya rêxistinê" kirine stranbêj Hozan Baran jî di nav de 4 kes hatin girtin.

Li navçeya Gebze ya Kocaeliyê bi hinceta di hesabên xwe yên civaka medyayî de "propagandaya rêxistinê" kirine stranbêj Hozan Baran (Kenan Akdeniz) û birayê wî H.A. û li Daricayê jî M.Î. û E.T. hatin binçavkirin. Piştî îfadeya li muduriyeta polîsan sewqî Edliyeya Kocaeliyê hatin kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê her 4 kes sewqî dadgehê kirin.

Dadgehê biryara girtina her 4 kesan da û ew şandin Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê.