COLEMÊRG - Li Geverê teqînek çêbû. 2 leşker birîndar bûn.
Li Gevera Colemêrgê teqemeniyên di bin riyekê de hatibûn bicihkirin di dema derbasbûyîna wesayîta leşkerî de teqiyan. Di teqîna ku li nêzî gundê Çobanpinarê çêbû de, 2 leşker birîndar bûn. Li herêmê operasyon hat destpêkirin.