Li qulpê qedexe û şewat: Agahî ji 30 gundiyî nayê stendin

AMED - Piştî qedexekirina qadên Askar û Beyrokê yên girêdayî navçeya Pasûrê, li heman qadên daristanî şewat derket. Agahî ji 30 welatiyên ku li van gundand ijîn nayên stendin.

Piştî ku Qeymeqamtiya Pasûrê li gundên Askar û Beyrokê qedexeya derketina kolanan îlan kir, ji ber bombebaranê li van herêmên daristanî şewat derket û ji ber vê rewşê agahî ji 30 gundiyên ku li van gundanên nayê stendin. Piştî qedexeyê li bi tevlîbûna cerdevan û leşkeran li gundç Askar û Beyrokê operasyon destpêkirin.

Şewata ku li herêma Şînak a gundê Eskarê ji ber bomebbarana helîkopteran derket berbelav bû. Gundiyên ku ji bo tefandina şewatê xwestin biçin gund ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.

Hat diyarkirin ku li gundê Askarê dem bi dem dengê çekan tê û agahî ji 30 gundiyan nayê stendin. Welatiayn got wan ji bo aqûbeta xizmên xwe serî li cendirmeyan daye, lê belê tu bersiv nehatiye dayîn.