Ji ber rê girtîne esnaf li ber îflasê ne

WAN - Rêya bejahiyî ya Ebex-Bazîdî bi mehan e girtiye û ji ber vê êdî esnaf hatine wê asta ku derabeyên xwe deynin. Ji ber ku rê girtiye esnaf nikarin mal bînin û ji bo biçin Bazîda ku 70 kîlometre dûrî wan e, ji neçarî 300 kîlometre rê diçin.

Ji ber operasyonên leşkerî yên li herêma Tendurekê ku di navbera Ebexa Wanê û navçeyên Bazîd û Giyadînê yên Agiriyê de, riya bejahiyî ya Ebex-Bazîdê ji çûnhatinê re hatiye girtin û ji ber vê esnafên Ebexê li ber îflasê ne. Rê ji 24'ê Gulanê ev girtiye û ji ber vê esnaf nikarin mal bînin. Ji bo ji Bazîdê ku 70 kîlometre dûre mal bînin esnaf ji neçarî 300 kîlometre rê diçin.

Yek ji esnafên Bazara Rûsê Ferman Yildirim anî ziman ku dema rê vekirîbû ew tim diçûn Bazîdî û wan ji dêvla berên ku diqediyan ên nû dianîn. Yildirim, dest nîşan kir ku li bazarê 70 dikan hene û ev 40 sal e bazar vekiriye. Yildirim diyar kir ku ew li bazarê amûrên pitikan û kincên dawetan difiroşe û wiha got: "Ji ber rê hatiye girtin êdî kar û bar jî nabe. Em ji dêvla malên ku tên firotin nikarin ên nû bînin. Berê em her hefteyê diçûn cem tomerîfiroşan, lê niha em mehê carekê diçin."

RIYA 70 KÎLOMETREYÎ, NIHA BÛYE 300 KÎLOMETRE

Yildirim, da zanîn ku berê ew ji navçeyê rasterast diçûn Bazîdê, lê belê niha ji ber rê girtiye ew di ser Bêgir, Erdîş, Panos, Tûtax, Hamûr û Agiriyê de derbas dibin û riya wan ji 70 kîlometreyî derketiye 300 kîlometreyî. Yildirim wiha axivî: "Dema rê dirêj bibe lêçûn jî zêde dibin. Ji ber vê em nikarin biçin. Berê dema em di riya Tendûrekê de diçûn rê 70 kîlometre bû, lê di riya din em ji mecbûrî 600 kîlometre rê diçin. Hema bêje riya me 4 saet e."

‘TOMERÎFIROŞ BEREKÎ 2 LÎREYÎ BI 10 LÎREYÎ DIFIROŞIN'

Yildirim dest nîşan kir ku ji roja ku rê hatine girtin ew neçûye cem tomerîfiroşan û wiha got: "Ji roja ku rê hatine girtin em neçûne Bazîdî cem tomerîfiroşan û me mal neaniye. Em eşyayên ku di ser Îranê re tînin difiroşin. Erzan bûn, lê dema rê dirêj bû ew jî buha bûn. Dema tomerîfiroş tên eşyayê bi 2 lîreyî didin me bi 10 lîreyan."

ESNAFÊN HER DU HÊLAN JÎ MEXDÛR BÛNE

Yildirim dest nîşan kir ku heke riya wan venebe ew ê ji mecbûrî dikanên xwe bigirin û wiha domand: "Em dixwazin rojek berî rojekê rê vebin. Ji ber ku li wir her cure mal hene, çûyîna me ya wir çêtir e. Kar û barê esnafê li wir jî tune ye. Dema em neçin herdu alî jî mexdûr dibin."

Esnafê 20 salan Tekîn Keleş jî, anî ziman ku wî ewqas esnaftî kiriye lê belê wek niha qet karê wî neketiye û wiha axivî: "Heta niha tu pirsgirêka me tune bû. Lê piştî girtina vê riyê kar û barê me sekinî. Tomerîfiroş ji riya Agiriyê vedigerin û diçin Bazîdê. Ev yek bandorê li ser kar û barê me dike. Divê demildest ev rê bê vekirin. Heke ev rê li rojavayê welat bûna dê qiyametê rakiranan."

‘EM NIKARIN XIZMÊN XWE BIBÎNIN'

Keleş, got ku li Bazîdê xizmên wan hene, lê belê ew nikarin serdana wan bikin û wiha axivî: "Çend roj berê şîna me hebe, lê xizmên me yên wir nikaribûn werin. Berê tomerîfiroş heftê carekê dihatin, lê niha mehê carekê tên. Ji ber vê yekê karê me nabe. Ji ber riya Agirî-Panosê dirêj e, nayên. Em jî nikarin biçin."

‘BERÊ EM HER HEFTE DIÇÛN'

Esnafê bi navê Ziya Bilici jî, dest nîşan kir ku têkiliya esnafên Ebexê bi Bazîdê re heye û wiha domand: "Lê piştî girtina rê çûnhatin bû 4 saet. Bi rastî jî evqas rê zehmet e. Em nikarin dev ji karê xwe berdin û biçin. Di navbera riyeke yek saetî û ya 4 saetî de ferqek mezin heye. Em dixwazin rojek berî rojekê rê bê çêkirin. Niha dema dawetan e, lê em nikarin tu tiştî bifiroşin."