WAN - Zarokên ku dema li ber erbaneyê stran digotin û hatin binçavkirin, anîn ziman ku ew heta serê sibehê li qereqola polîsan di nezaretxaneyê de mane û ji bo careke din ew stranên siyasî nebêjin polîsan gef li wan xwariye.
Di 20'ê tebaxê de zarokên bi navê Ç.A. û D.K. dema li Kolana Cumhuriyetê ya Wanê li ber erbaneyê stranên kurdî digotin polîsan ew binçav kiribû. Ç.A. û D.K. diyar kirin ku ew heta serê sibehê li qereqola polîsan di nezaretxaneyê de mane û di wê demê de polîsan tim gef li wan xwarine. Ç.A. anî ziman ku berê jî dema wan li kuçe û kolanan stran gotiye 3-4 caran polîsan daye pêyî wan û wiha got: "Çend roj berê dîsa me li kolanê stran digotin. Polîsên sivîl hatin û şelmaqek li ser çavê min xistin."
‘CAREKE DIN STRANÊN KURDÎ Û SIYASÎ NEBÊJIN'
D.K. wiha got: "Berêvarkî me li Kolana Cumhuriyetê li ber erbaneyê lêdixist û stranên kurdî digot. Me qederekê erbane lêxist û pere berhevkirin. Polîs hatin û bêyî ku tiştekî bibêjin ketin destê me û em birin. Me birin qereqola polîsan. Me avêtin nezaretê. Polîsan ji me re got 'hûn stranên siyasî dibêjin.' Heta ber destê sibê em di nezaretxaneyê de man. Îfadeya me wergirtin û paşê me li ber Mala Mamosteyan a Şîşliyê danîn. Piştî ku me danîn gef li me xwarin û gotin 'Careke din stranên kurdî û siyasî nebêjin. Heke hûn careke din stranên kurdî û siyasî bibên em ê ceza li we bibirin."
‘JI TIRSA MIN STRANA HERÎ ZÊDE DIZANIBÛ ŞAŞ GOT'
D.K, anî ziman ku wî îro dîsa li Kolana Cumhuriyetê li ber erbaneyê stranên kurdî gotine, lê belê piştî gefên polîsan wî strana kurdî ya herî zêde zanibûye jî şaş gotiye. D.K. got ku dema wan li erbaneyê dida difikirîn dê dîsa polîs bên û wan binçav bikin.
‘HEKE HÛN CAREKE DIN BIBÊJIN EM Ê WE TÊXIN GIRTÎGEHÊ'
Ç.A. jî diyar kir ku wan li Kolana Cumhuriyetê li ber erbaneyê stran digot û wiha domand: "Ji nişkave me dît ku polîs hatin û ketin destê me û em birin. Milê me jidandin û em xistin wesayîta polîsan. Ji ber ku polîs milê şikandî yê hevalê min jidand milê wî êşiya. Me xistin nezaretxaneyê. Ber destê sibehê em berdan. Polîsan got 'heke hûn careke din stranan bêjin em ê ceza li we bibirin. Em ê we têxin girtîgehê.' Em jî tirsiyan."
Ç.A. diyar kir ku li qereqolê polîsan tim gef li wan dixwar û wiha got: "Polîsên ku berê jî em girtibûn şelmaq avêtin ser çavê min. Polîsan ji me re got 'karekî din bikin an jî tu karî nekin û li mala xwe rûnên û tim neyên van deran, lênexin. Em ê we têxin hepsê. Hûn ê careke din malbatên xwe nebînin.' Em pir xweş stranan dibêjin. Lê tim me dibin. Ev yek bandorê li me dike. Berdestê sibehê me berdan, lê dest danîn ser erbaneyên me. Dema çûm malê min rewş ji bavê xwe re vegot. Ew jî saet li dor 10.00'an çû qereqolê û erbaneyên me anî."