AMED - Li Sûrê rûxandina ku di bin navê "veguherîna bajarvaniyê" de tê kirin, di çavdêriya polîsên çewîkê de didome.
Li navçeya Sûrê ya Amedê rûxandina di bin navê "veguherîna bajarvaniyê" de didome. Îro makîneyên karî li Kuçeya Ateşoglu ya Taxa Alîpaşayê di nezareta polîsên çewîkê de bênavber mal rûxandin û her wiha molozên malan jî bi kamyonan li derveyî Sûrê tên valakirin. Polîsên çewîkê têketin û derketinên taxê girtin û nehiştin rojnameger dîmenên rûxandinê bikişînin. Lê belê hin rojnamegerên ku bi awayekî ketin wir demekê hatin rawestandin û piştî lêpirsîna GBT'yî hatin berdan.
LI TELEFONA MÎMAR JÎ NIHÊRÎN
Polîsan wênekêş û kamerayên rojnamegeran jî lêkolîn kirin. Li taxê li telefonên hemû kesên ku wan gumanbar didîtin dinihêrîn û her wiha telefona mîmarekî ku li wir lêkolînan dike jî raçav kirin. Polîsên ku gef li rojnamegeran xwarin bi vî awayî rojnamger ji qada rûxandinê derxistin: "Hûn nikarin li vir kêşanê bikin, qedexe ye. MOBESE'yên li vir 24 saetan qeydan dikin. Heke em ne li vir bin jî, dema em bibînin hûn kêşanê dikin em ê der barê we de kirariyan bidin destpêkirin."
Her wiha ji 13'ê Tebaxê ve ceryan û ava gelek kuçeyên Alîpaşaê tune ye.