STENBOL – Ergîn Aktaş li gel ku her du milên wî tune ne jî bi salane li girtîgehê tê ragirtin. Parêzera Aktaş, Gulîzar Tuncer dest nîşan kir ku heyeta CPT’iyê di serdana xwe ya dawî de bi bi muwekîlê wê re jî hevdîtin çêkiriye û piştî hevdîtinê rewşa wî girantir bûye.
Ergîn Aktaş (29), li navçeya Bazîdê ya Agiriyê di 2011’an de hat binçavkirin û pişt re hat girtin. Du milên Aktaş tune ne û li gel vê astengiya wî ya giran jî di girtîgehê de tê ragirtin. Tevî ku saziya Tiba Edlî 3 caran rapora ku Aktaş nikare di girtîgehê de bimîne daye, lê dîsa jî nayê berdan. Aktaş bi dorê li Girtîgeha Erzirom, Stenbol, Umraniye, Silîvrî maye û niha jî li Girtîgeha Tîpa R a Menemena Îzmîrê tê ragirtin. 5 sal e Aktaş nikare pêdiviyê xwe bi cih bîne û bi alîkariya hevalên xwe dijî. Nêzî du salan e Aktaş bi îdiaya ku dê “Çêkirina bombeyê nîşan dide” di bin tecrîtê de tê girtin. Parêzer Gulîzar Tuncer der barê muwekîlê xwe Aktaş de agahî dan û got: “Muwekîlê min di hucreyeke yek kesî de tê girtin. Bi pêkanînên dij mirovane re rû bi rû dimîne.”
‘CPT PÊ RE HEVDÎTIN ÇÊ KIR'
Tuncer diyar kir ku wan têkildarî rewşa girtiyên nexweş rapor pêşkêşî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceya Netewên Yekbûyî (NY) kiriye û ji NY û saziyên girêdayî wê re gotine ku divê tenê ne rapor û agahdarkirinên hikumetê esas bên girtin. Tuncer da zanîn ku pêwîste rewşa girtiyên nexweş li cih bê çavdêrkirin û wiha got: “Min di meha Hezîranê de bi Ergîn re hevdîtin çê kir. Ergîn got ku herî dawî di 12’ê Gulanê de heyeta CPT’iyê bi wî re hevdîtin çê kiriye. Di serdema hevdîtinê de li gel Ergîn 2 jê girtiyên felçbûyî 3 girtî diman. Li gorî agahiyên Ergîn bi min re parve kir ev girtî dema derketine bêhnvedanê êrîş li wan hatiye kirin. Li gel ku CPT hevdîtin jî çê kiriye ne der barê rewşa Ergîn û ne jî girtiyên din de guherîn çênebûne. Berovajî vê yekê rewşa wan her ku diçe xedartir û girantir dibe.”
Tuncer anî ziman ku bi taybetî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û NY di der barê rewşa girtiyên nexweş de nêzîkatiyek neyînî û xemsariyê didin nîşandan û ev helwesta wan jî xwe di biryara wan a der barê geşedanên Sûr û Cizîrê de jî dide der. Tuncer da zanîn ku pêwîste mirovên li Tirkiyê dijîn ji bo pêvajoya pêşiya me bo maf û azadiyê têkoşînek xurt nîşan bidin.