Wezareta Edaletê mirina dayikê wekî derfet dît û xwest doza kurê wê betal bike

STENBOL - Welatiyê bi navê Cemîl Kirbayir di derbeya 12'ê Îlonê de hat windakirin, doza ku li DMME'yê berdewam dike, Wezareta Edaletê ya ku li ser navê hikumetê parastinê dike xwest dosyayê bigire. Wezareta ku mirina Dayika Berfo wekî derfetekê dît, îdia kir ku malbatê dest ji dozê berda ye.

Cemîl Kirbayir ku dayika wî bi salan li kuçeyan xwest aqubeta wî zelal bike û li ber xwe da, dewletê tu tişt ji bo Dayika Berfo nekir û ew bi wê hesretê çû ser dilovaniya xwe. Kurê wê Cemîl Kirbayir di 13'ê Îlona 1980'yan de li navçeya Gole ya Ardahanê hat binçavkirin, careke din tu agahî jê nehat girtin. Doza li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) berdewam dike, Wezareta Edaletê li ser navê hikumetê parastin kir, bi fen û fûtan xwest dozê betal bike. Wezaretê aqûbeta 17 hezar 500 kesî li ber çavan negirt, di parastinê de qetilkirina Kirbayir wekî "tekane" şîrove kir. Wezareta Edaletê di parastinê de got ku "Di vê bûyera tekane de aliyekê wê yê dîtinbarî yê li dijî beşeke civakê ku bi polîtîkaya dewletê re girêdayî tune ye." Wezaretê di dewala parastinê de da zanîn ku dayik Berfo Kirbayir piştî doz vekir, du sal şûn de miriye û îdia kir ku varîsên wî jî di berdewamkirina dozê de ne xwedî helwest in. Kekê Kirbayir Mîkaîl Kirbayir bertek nîşanê Wezaretê da û ev tişt got: "Em ji bo çi li Qada Galatasarayê ne?"

‘ÇAWA ŞOPDARÊN DOZÊ TUNE’

Mîkaîl Kirbayir destnîşan kir ku ew her roja Şemiyê li Qada Galatasarayê ji bo kujer bên cezakirin û winda bên dîtin çalakiyê pêk tînin û wiha got: "Piştî di rapora mafên mirovan a TBMM'ê de Cemîl Kirbayir jî di nav de navê 350 kesî derbas bû û hat gotin ku Cemîl Kirbayir hatiye qetilkirin û der barê vê de çima îdianame nayê amadekirin, min gelek caran serî li Serdozgerê Komarê yê Qersê da. Sala çûyî ez çûm dozger got ku 'Ji ber ku li holê cenaze tune, ez nikarim tiştekî bikim.' Min jî got ez li cenaze digerim. Dîsa xweşka min Fatma Kirbayir par li pêşiya Dozgerê Qersê çalakî pêk anî. Ez dozdar in. Navê vê diyar e. Ev li ser bûyerê girtin û ji parastina kujeran wêdetir ne tu tiştek e."

'EM Ê DEST JÊ BERNEDIN'

Kirbayir der barê doza ku li Kenan Evren vekirine de jî agahî da û pirsa "Dema li van hemûyan bê mêzekirin çawa şopdarên dozê tune ne?" û ev tişt got: "Ev îşkenceya derûnî ye li malbata me tê kirin. Bi vekirî êşê bi me didin kişandin. Em dozdarê wan in. Em ê ji dest ji dozê bernedin. Em ji bo çi her hefte li Qada Galatasarayê ne."

‘DEWLET DIBÊJE EV SÛC Ê MIN E’

Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî, destnîşan kir ku piştî mirina Dayika Berfoi hikumet dixwaze doza li DMME'yê betal bike û piştrast kir ku dewlet dixwaze bersûcan biparêz e û di vê nêzikatiya xwe de bi biryar e.

Yolerî der barê ewldana girtina dozê de jî aşkera kir ku bi hincetên wekî "tekane" ye betalkirina dozê sûcê li dijî mirovahiyê ye û wiha pê de çû: "Heke tiştekî tekane bûya, yanî peywirdarekî dewletê sûcek bikira, dê dewletê ew bidîta û ceza bikira. Lê ji ber ku ev sûc dewletê bixwe kiriye, ji ber wê dixwazin ser bigirin. Dema hûn vê yekê çep jî bixwînin, dê bê dîtin ku dewletê ev sûca kiriye. Yanî dibêje ku 'ev sûc yê min e û ez ê sûcdaran nedim te' û sûc qebûl dike."

Yolerî anî ziman ku tu espiriya parastina hikumetê tune û wiha axivî: "Dayika Berfo mir. Dê bê wateya mexdûrekê cuda tune, dê kesê dozê bişopîne jî tune be, ev parastin gelekî bê wate ye." Yolerî da zanîn ku Serokomar Tayyîp Erdogan berî ku Dayika Berfo bimire, soz dabûyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dayika Berfo 33 salan têkoşîn da, di 21'ê Sibata 2013'an de ji ber pençeşêra medê di 106 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da."

Sadiye Eser - dîhaber