EDENE - Serokwezîrê Danimarkayê Lars Lokke Rasmussen bi armanca serdana leşkerên danîmarkî çû Baregeha Leşkerî ya Încîrlîkê ya Edeneyê.
Serokwezîrê Danimarkayê Lars Lokke Rasmussen, piştî ku li Koşka Çankayayê bi Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim re hevdîtin pêk anî û civîna çapemeniyê lidar xist, bi balafirê çû Edeneyê. Serokwezîrê danîmarkî bi balafirê hat 10'emîn Fermandariya Baregehê ya Tankêrê ya li navçeya Sariçamê. Hat destnîşankirin ku dê Rasmussen bi leşkerên danîmarkî re were ba hev ku Danîmarka yek ji endamên hevpeymana navdewletî ya ku bi DAIŞê re têkoşînê dike. Hate zanîn ku Rasmussen wê şeva xwe li baregehê derbas bike.