Ajokarê vîncê perwerde nestendiye!

AMED - Dozgerê Amedê der barê 3 kesên berpirsiyarê kuştina 2 zarokên li ber dîwarê dibistana seretayî ya Turgut Ozal dilîstin û di bin dîwarê qereqolê de man doz vekir. Dozger ji bo her kesekî heta 15 salan ceza xwest. Dozger di îdîanameyê de diyar kir ku ajokarê vînca ku diwarê qereqolê ava dike perwerde nedîtiye.

Di 30'ê Adara 2016'an de li Taxa Ben û Sen a Yenîşehîrê dema diwarê qereqolê li dora Dibistana Seretayî Turgut Ozal ava dikirin, zarokên li kêleka dîwar dilîstin di bin diwarê qereqolê ku ji vîncê ket de man. Di bûyerê de zarokê dibistana seretayî Ayaz Ozdemir (6) û Furkan Oner (6) di bin dîwar de jiyana xwe ji dest dan. Kesek ji birîndar bûbû. Têkildarî mijarê Serdozgerê Komarê yê Amedê doz vekir û îdîaname temam kir. Serdozger îdîanameya ku ji 6 rûpelan pêk dihat amade kir. Di îdîanameyê derket holê ku gelek îhmal û sersarî hene. 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îdîaneme qebûl kir. Dozger di îdîanameyê de der barê ajokarê vîncê Aziz Korkmaz, berpirsiyarê şîrketê Mahmut Kazaylek û fîrmaya ku blokên betanê Faik Kayar de bi sedema "Bizanebûn bûye sedemê mirinê " ji bo her kesekî 2 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê xwest. Di îdîanameyê de cih da malbatên zarokên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane jî. Dozger di îdianeayê de diyar kir ku biryar hatiye dayin ku dora dibistanê bi blokên beton dîwar ava bikin. Dozger behsa Waliyê Amedê, Midûrê Polisan û îdareya dibistanê ku îhaleya dîwar girtine jî nekir.

Dozger di îdîanameyê de diyar kir ku vînca plakeya wê 65 BA 674 dema ji baxçeyê dibistanê derket, li deriyê hesin qelibî û ji ber vê yekê diwarê beton xera bûye. Piştî vê yekê xwendekarên dibistanê Ayaz Ozdemir û Furkan Oner yên li ser peyarêyê ku di bin dîwar de man, heta birin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbî jiyana xwe ji dest dane. Ramazan Akalik yê li ser rê jî birîndar bûye. birindar bûye. Di rapora otopsiyê de jî hat diyar kirin ku ji ber travmaya bedenê, şikestina hestiyên wan û xwîn çûye ser mejiyê wan jiyana xwe ji dest dane. Dozger da zanîn ku Alkalik ji sivik birîndar bûye û li nexweşxaneyê hatiye dermankirin.

ŞERÎDA EWLEHIYÊ TUNE BÛ

Dozger cih da îfaeyên bersûcan jî. Ajokarê vîncê Aziz Korkmaz di îfadeya dozgeriyê de parast ku ji ber diwar riziya û kevn bubû xera bû. Ajokar Korkmaz, anî ziman ku patronê wî Mahmut Kozaylek ji wî xwestiye ku blokên beton bibe dibistanê û wiha got: "Ji ber cihê ez lê dixebitim ser rê bû. Ji ber vê yekê şerîda ewlehiyê nehatibû kişandin. Dema ez ji hewşa dibistanê derketim ji ber dîwar riziya bû xera bû. Korkmaz, parast ku tu sûc û qisûra wî di qezayê de tune ye. Xwediyê şîrketa Omeroglu Ltd. Ştî ku vînc aydî wê ye Mahmut Kazaylek jî parast ku wicd ji aliyê rayedarê Şîrketa Uysal Înşaat Muteahhitlik Sanayi LTD. Faik Kayar ve hatiye kirêkirin. Kazaylek, parast ku ew ji ewlehiya qada ku vinc lê dixebite ne berpirsiyar e. Kazaylak, da zanîn ku şîrketa ku wî vînc jê kirê kiriye berpirsiyarê ewlehiyê ye.

6 MEH ŞÛNDE ÎFADE DA

Rayedarê fîrmaya ku vînc kirê daye Faik Kayar jî piştî bûyerê 6 meh şûnde di 26'ê Îlona 2016’an de îfade da fermandariya cendirmeyan.
Kayar diyar kir ku li Hatayê xebatê dike û wiha got: "Înşeta Uysal karê dîwarê îhtiyatê yê Midûriyeta Polîsan a Amedê girtiye ser xwe. Ez ji bo şopandina kar hatim Amedê. Ji bo karê Blokên Betonê ez bi Amirê Polîsan T. K. û Komiser H. A re axivîm. Ji min re gotin ku dê dîwarê îhtiyatê li dora hin saziyên Amedê bên avakirin. Li ser cihê ku wan nîşan kirin me jî dîwarê îhtîyatê lê kir. Vînca ku qeza kir me j bo ehekê kira kiribû. Tu eleqeya min û qezayê bi hev tune ye" û berpirsiyariya qezayê neda ser xwe.

AJOKAR PERWERDE NEDÎTIYE

Dozger der barê 3 kesan de doz vekir û bi sedema bi zanebûn bûne sedema qezayê der barê karsaz Faîk Kayar û berpirsiyarê wîncê Mahmut Kazaylek û ajokarê vîncê Azîz Korkmaz de ji 2 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê xwest. Dozger di raporê de diyar kir ku Kayar û Kazaylek j ber xala ewlehiya kar a 6331'an îhlal kirine ajokarê vîncê Aziz Korkmaz jî ji ber perwerdehiya wîcnê nedîtye kesên di asta yekem de berpirsiyar û bi qusûr in.

Rûniştina dozê dê di Cotmehê de li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin.