AMED - 15 karkerên li Erxaniyê di karên buroyan ên saziyên daristan, muftî, dibistan û nexweşxaneyan de dixebitîn, bi biryara qaymeqam şandin Şikeftên Çayonu û di karên kolandinê de ew didin xebatê.
Li navçeya Erxniyê ya Amedê 15 kesên ku ÎŞKUR'ê ew di karên buroyan de bi cih kir, qaymeqam ji bo karên kolandina erdê ew şandin Şikeftên Çayonu û ji bo karên kolandinê ew peywirdar kirin. Peywirdarkirina karkeran ne bi rêya nivîseke fermî, bi rêya telefonê pêk hat û ev alî jî gelek balkêş e. Karkeran bertek nîşanê vê rewşê da û aşker kirin ku ew ne karkerên kolandina erdê ne.
‘WEKÎ KU EM SÛCDAR BIN...’
M.D. aşkera kir ku ji salekî zêdetir e ew di Nexweşxaneya Dewletê ya Erxaniyê de Sekreterê Tibê ye û ji zanîngehê mezûn bûye û aşkera kir ku di karê kolandinê de wekî kesên sûcdar li wan mêze dikin û wiha got: "Dema telefona me lê dide, em li telefona xwe mêze dikin jî bi me re hêrs dibin. Wekî ku em girtî bin û cezayê xwe dikişînin li me mêze dikin."
M.D. destnîşan kir ku hin hevalên wan ên ku nexweş in û nikarin di karên giran de bixebitin, dema ji bo raporê diçin nexweşxaneyê, bijîşk bi gotinên wekî "Heke hûn ji Çayonuyê hatibin ji we re rapor tune. Ferman dan me."
M.D. piştrast kir ku ji wan re peywirdariyeke bi nivîskî nehatiye ragihandin û wiha got: "Li vir tiştek bê serê me kê berpirsyar e ne diyar e û haya me jî jê tune."