Dê 'Tora Piştgiriyê ya ji bo Eren Keskîn' bê avakirin

STENBOL – Piştî derketina derveyê welat a Hevseroka Gitştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn hat qedexekirin û pêkanîna kontrola edlî li dijî Keskîn ket meryetê, parazvanên heq ji bo piştgiriyê tora piştgiriyê ava kirin.

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ji ber ku Rêvegeriya Weşana Giştî ya rojanameya Ozgur Gundemê dikir, der barê wê de 140 doz hatin vekirin û di bin gefa girtinê de ye. Parêzvanên heq ketin dewrê û ji bo Keskîn tora piştgiriyê ava kirin. Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) banga piştgiriyê li her kesî kir. Dê îro saet di 19.30'an de li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê der barê "Tora Piştgiriya ji bo Eren Keskîn" civînek bê lidarxistin.

‘DÊ TEQES BÊ GIRTIN’

Daxuyaniya ku ji hêla ÎHD û TÎHV'ê ve hat dayîn de, hat gotin ku gelek dozên der barê Eren Keskîn de bi dawî bûne û ev tişt hat gotin: "Biryarên dadgehê bi giştî bi cezayên pereyan bi dawî dibe. Ji van cezayan hin ji wan bi encam bûne. Dema ev cezayên pereyan tên hesabkirin, bi sedhezaran lîreyî ye. Li gel vê dema di rêveberiya weşanga giştî ya rojnameyê de cih girtiye, ji ber hin nivîs û axaftinan dozên ku didomin hene, ev doz raste rast bi cezayan encam dibe. Ji ber ku ew dozên bi cezayên pere bi encam bûne, di demeke kin de heke ev pere neyên razandin teqes dê bê girtin."

‘KESKÎN PARASTVANA MAFÊ JINAN E’

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Di rastiyê de em wekî Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê xîtabê wê dikin. Li gel vê Eren Keskîn Endama Kijneya Avakar a TÎHV'ê ye û parastvana mafên jinan e. Ji bo hevrêya me Eren Keskîn neyê girtin, ji bo bi tundiya daraza serdest neçe girtîgehê, divê em ji bo wê di nava piştgiriyê de bin. Divê hemû cemiyeta mafên mirovan û dostên me di nav piştgiriyê de bin. Baş e ku tu heyî Eren Keskîn."