Rojnameger Mete 2 roj e di binçavan de

ÎZMÎR – Li Îzmîrê xebatkara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Semîha Mete 2 roj e di binçavan de tê girtin û hat îdiakirin ku der barê Mete de “îxbar” heye.

Rojnameyên wekî Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasî yên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê rastiyên dewleta tirk û polîtîkayên AKP'ê radixin ber çavan, di bin zextên dijwar de ne. Hema bêje roj tune ku li bajarekê xebatkarekê çapemeniya azan neyê binçavkirin û giritn. Di çend rojên dawî de li Riha, Stenbol, Îzmîr û hwd. gelek xebatkarên çapemeniya azad hatin binçavkirin û dest danîn ser dîmen, rojname û kovarên wan. Herî dawî li Îzmîrê xebatkara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Semîha Mete hat binçavkirin û 2 roj e Mete li Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê di bin çavan de tê girtin. Parêzerê Mete, Fuat Sunguler ji bo hevdîtinê çû miduriyetê û hîn bû ku der barê muwekîla wî de îdiaya “îxbarê” heye.

Kar û barên binçavkirina Mete li Miduriyeta Polîsan didome û hat zanîn ku dê rojnameyên li ser Mete hatine desteserkirin, dê bên lêpirsînkirin. Pişt re jî dê îfadeya Mete bê girtin. Nehat zanîn ku Mete dê kengê derxin edliyê.