Dadgeha bilind ceza li siyasetmedar Bîngul birî

STENBOL – Cezayê salek û 3 mehan ê ji Hevserokê berê yê BDP’a Stenbolê Emrullah Bîngul re dihat xwestin ji aliyê dadgeha bilind ve hat êrêkirin.

Hevserokê berê yê Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) yê Stenbolê û endamê Lîjneya Rêveberiya Navendî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Emrullah Bîngul ji ber ku xebatên siyasî li bajarên herêmê da meşandin doz lê hatibû vekirin û cezayê salek û 3 meh jê re dihat xwestin. Cezayê ji Bîngul re dihat xwestin ji aliyê Dadgeha Bakirkoyê ve şand dadgeha bilind. Cezayê Bîngûl ji aliyê dadgeha bilnd ve hat êrêkirin.