Taxa Reşîd bi temamî hat rizgarkirin

REQQA - Di şerê dijwar de şervanên QSD’ê taxa Reşîd bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Şer di roja 79'an de didome.

Hemleya rizgrakirina Reqayê ya Cenga Mezin di roja 79'an de bi hemû hêza xwe didome. Şervanên QSD'ê pêşve diçin, rojane serkeftinên mezin bi dest dixin û gavên girîng davêjin. Li taxa Reşîd a dikeve rojhilatê bajêr şer û pevçûn hebûn. Di encamê de tax bi temamî hat rizgarkirin, 8 DAIŞ hatin kuştin, BKC, du kalşinkof, du B7 û du rext ketin destê şervanên QSD’ê. Gelek cenazeyên DAIŞ'ê ketin destê şervanan. Li taxa Reqaya Kevin jî şer bi hemû hêza xwe dewam dike. Di encamê de 9 DAIŞ hatin kuştin û gelek DAIŞ jî birindar bûn.

Li taxa Mensûr jî şerekî dijwar qewimî. Di encamê de 11 DAIŞ'ê hatin kuştin. Erebeyek ku doçka 12-5 li ser barkirî bû, hate rûxandin.

Li eniya Rojava jî şer derket. Di encamê de li taxa Mirûr 12 DAIŞ hatin kuştin û birindarkirin. Li taxa Nehda jî 3 DAIŞ, hatin kuştin.