Tolhildan şopdarê jinên Êzidî yên li Reqqayê ye

REQQA- Jina Êzidî Berxwedan Tolhildan a ji gundê Koço ye û bi porê xwe yê sor di şerê Reqqayê de balê dikişîne, lêgerîna di şerê Reqqayê de rastiya fermanê radixe ber çavan. Tolhildan di kolanên Reqqayê de şopdarê xaleta xwe û hemû jinên Êzidiye.

Operasyona “Cenga Mezin” a şervanên Hêza Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku li Reqqayê li dijî DAIŞ’ê hat destêkirin, di roja 79'an de didome. Şervanan taxa Reşîd a eniya rojhilat jî rizgar kirin. Hetaniha 15 tax ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Şervanên Yekîneya Jin a Şengalê (YJŞ) ku ji Şengalê beşdarî şer bûn, li bajar şopên berxwedan dihêlin. Şervanên YJŞ’ê ku bi aktîf beşdarî operasyonan dibin, hewldana wan a ji bo rizgarkirina jinên Êzidî li bajar, didomin.

PIŞTÎ ESARETÊ TEVLI ŞER BÛ

Her jinek Êzidî ya şervanên YJŞ’ê ku beşdarî şerê Reqqayê bûne xwedî çîrokek e. Hinek ji wan di fermana 73’an a DAIŞ’ê de esîr hatine girtin, hinek jî ji bi şopa bav, dayîk, xwişk û birayên xwe ketin û berê xwe dan Reqqayê. Berxwedan Tolhildan a 20 salî yek ji wan jinên ku ji destên DAIŞ’ê rizgar bûne.

GUNDÊ KOÇO

Tolhildan, ji gundê Koço ya Şengalê yê di fermanê de bedelên giran da ye ye. Gundê ku nifûsa wê hezar û 700 e, di fermana 73’an de hat tarûmarkirin. Hemû jinên gund êsîr hatin girtin û kirin kole. Zarok ji dayikên wan standin, misilman kirin, perwerdeya leşkerî dan wan û şandin şer. Li ber çavê malbatê bavên wan qetilkirin. Piştî rizgarkirina Koço, gora komî ya derket holê, rastiya fermanê danî holê. Mîna şervanên Şengalê jî tim dibêjin felişandin (tarûmar kirin) rastiya komkujiyê radixwe ber çavan. Gava qala fermana 73’yan tê kirin, peyva destpêkê tê bîra wan eve. Tolhildan diyar kir ku wê gora komî ditiye û wiha axivî: “Gundê Koço hîna di şînê deye, di warê jiyanê de tiştek tuneye.”

BI WÊNEYAN BERÎ FERMANÊ

Tolhildan wêne û dîmenên gundê Koço ku beriya fermanê hatin kijnadin, qet ji xwe cihê nake. Di hin wêneyan de mirovên dinava kolan de xuya dikin û di hin wêneyên din de jî xizmên Tolhildan ên li dawêtê hene. Di wêneyek din de dayîka wê heye û di wêneyek din de jî Tolhildan bi hevalên xwe re ketiye govendê. Di wêneyek din de xalê Tolhildan û hevşîna wî ku di fermanê de hatibûn êsîr girtin hene. Di wêneyek din de jî jinên ciwan ên Êzîdî ku bi cil û bergên reng bi reng govendê digerînin hene. Tolhildan bi xemgîniyek mezin li vê wêneyê dinerê û wiha bilêv dike: “Piraniya van hatin qetilkirin. Kes nizane ev jin li kune. Hestiyên wan hîna di koçeyên Koço de wisan li erdên e.” Pişt re Tolhildan gelek wêneyên din nîşanî me dike.

FERMAN…

Malabata Tolhidan ji 8 kesan pêk tê û dema fermandê xwendekara pola dawî ya Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Mûsilê bû. Berî feramanê agahiya Malbatê ji feramê çêdibe û berê xwe didin Çiyayê Şengalê. Roja fermanê Tolhildan bi sê xwiş û birayên xwe re tên navenda Şengalê, erebên şengalî wan digrin û teslîmê DAIŞ’ê dikin. Her ku ew roj tê bîra Tolhildan û diaxive digirî. Dema ku ji kameraya me re axivî, rondikên çavên xwe nekarî bigire. Tolhidan da zanîn ku ew êdî naxwaze bi vî awayî bêweşandin. Me jî ev daxwaza wê anî cih û dimenên bigirî yên Tolhildan neweşand.

ÎŞKENCE, HEVDÎTIN Û AZADÎ

Tolhildan da zanîn ku di nava kesên îşkence li wê dikir de, rûyek nas hebû û wiha bilêvkir: “Min ew baş nas dikir. Dostê bavê min ê ku her roj dihat mala me Îsel Bedevî yê Şîî bû. Bi zorê tevli DAIŞ’ê bibû. Bêyî ku kes bibîne hat gel min, xwe xar kir û di guhê min de got ‘Ez îxanetê nanê ku min xwarî nakim.’ Min dengê xwe dernexist. Piştre ez ji wir derxistim.”

ÎSEL BEDEVÎ

Tolhildan dest nîşan kir ku wê di berdêla pereyan de dide bavê wê û wiha domand: “Min destpêkê ev yek fam nekir. Lê piştre min zanî ku zarokên Îsel Bedevî DAIŞ’ê êsîr girtine. Ji bo zarokên xwe rizgar bike, pere ji bavê min girtiye. Bedevî bi vî awayî gelek zarokên Êzidî ji dest ên DAIŞ’ê rizgar kirin.”

DI NAVA YJŞ DE JINA BI TENÊ YA GUNDÊ KOÇO

Tolhildan aşkera kir ku pişt re tevli YJŞ’ê dibe û wiha got: “Bavê min û birayên min jî beşdarî YBŞ’ê bûn û têdikoşin. Ez tenê ji gundê Koço beşdarî YJŞ’ê bûm. Bi vê yek şanazim. Lê li aliyê din ji bo hemû jinên min nas dikirin hatin qetilkirin, kolekirin û şandin bajarên din xemgînim.”

HATINA REQQAYÊ

Tolhildan diyar kir ku ew bi daxwaza xwe hatiye Reqqayê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Xelate min a di fermanê de hat êsîr girtin hîna liv ire. Ji bo em xwe bigihînin wê me gelek rê ceribandin. Demekê xalê min bi dîzî ji bo wê hat Reqqayê lê tu agahî negirt. Ez wê li hemû mal, tax û koçeyên Reqqayê li wê diğerim. Lê hîna min nedîtiye. Ez di wê baweriyê de me ku emê bibînin.”

Nazim Daştan - dihaber