STENBOL – Gardiyanên li Girtigeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Tekîrdagê xwestin Ahmet Seçak di lêgerîna tazî re derbas bikin û gefa “Hemû kurd terorîst in. Hûn tev kuştinê heq dikin. Em dê we tevan bikujin."
Giriyê siyasî Ahmet Seçak ji Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Tekîrdagê hat kirin. Dema Ahmet Seçak sewq kirin li Girtigeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Tekîrdagê, gardiyanan bi zorê cilê wî jê kirin û ew di lêgerîna tazî re derbas kirin. Parêzerên Seçak, der barê muwekîlê xwe de agahî dan û diyar kir ku Seçak di 1'ê Tebaxê de sewqî Tekirdagê hatiye kirin û rastî lêgerîna tazî hatiye. Parêzer da zanîn ku Seçak di lêgerînê de rastî tundî û neheqiyê hatiye û gefa “Hemû kurd terorîst in. Hûn tev kuştinê heq dikin. Em dê we tevan bikujin." hatiye.
Tekildarî mijarê rayedarên girîgehê tu agahî nedan.