Girtiyên jin bi pêxwasî helwesta girtîgehê şermezar kirin

RIHA - Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Rihayê girtiyê jin ên pêlavên wan ji piyên wan hatin derxistin û rastî lêgerînê hatin, ji bo vê helwesta girtîgehê şermezar bike bi pêxwasî derket hevdîtinê.

Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Rihayê girtiyên derketin hevdîtina parêzer, rastî lêgerîna tazî hatin. Girtiyên ku gardiyanan ji wan xwest pêlavên xwe dînin, ji bo vê helwesta girtîgehê şermezar bike bi pêxwasî derket hevdîtinê. Prz. Yasin Aktaş diyar kir ku dema çû hevdîtina muwekilê xwe, dît ku di piyê muwekilên wî yên jin de pêlav tune ne. Aktaş, da zanîn ku dema sedema vê yekê pirsiye diyar kiriye ku agahiya rayedarên girtîgehê ji vê yekê heye û bi armanca helwesta gardiyanan a derxistina pêlavan şermezar bike pêlavên xwe derxistine û bertekên xwe anîne ziman.