ENQERE - 3’yemîn Dadgeha Asliye Hiqûq a Enqereyê doza tazmînatê ku Akademîsyen Baskin Oran li Serokomarê Tirkiye Erdogan vekir red kir.
Prof.Dr Oran piştî îmzekirina danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" rastî gotinên Serokomar Erdogan ên wekî ‘Zalim, Cahil, Rewşenbirê tarî, namerd û ruh gemarî’ hat. Oran li ser vê yekê doza tazmînata 10 hezar TL li Erdogan vekir. Akdemîsyen Baskin Oran li Serokomar Tayyip Erdogan doz vekir û xwest tazmînat jê bê girtin. Li ser vê dozê li 3’yemîn Dadgeha Asliye Hiqûqê ya Enqereyê rûniştina dozê hat dîtin. Baskin Oran, parêzera wî Oya Aydin û parêzera Erdogan Tugba Saglam beşdarî rûniştina dozê bûn. Oran di dozê de got Erdogan li pêşberî bi milyonan gotinên wekî ‘namerd, aydinê tarî û xayînê welat’ akademîsyen hedef girtin û heqaret li wan kir. Oran da zanîn ku ger Serokomarek tiştên wiha bikin, dê gel hev du bikujin.
‘LI TIRKIYEYÊ MAFÊ AZADIYA AXFTINÊ TUNE YE’
Oran da zanîn ku Erdogan doz bi hezaran kesê vekiriye û axaftina xwe wiha berdewam kir: ”Serokomar Erdogan bi sedema parvekerinên li ser tora civakî doz bi hezaran kesê vekir. Ew kes demildest ji aliyê dozgeriyan ve hatin girtin. Ez van tistan bi bîr tînim û dibêjim kul i Tirkiyeyê mafê azadiya axaftinê tune ye.”
Parêzera Oran Oya Aydin jî di dozê de mafê axaftinê girt û got ku divê doz bê qebûlkirin. Oya da destnîşan kir ku mafê azadiya axaftinê hatiye astengkirin û wiha got: ”Mafê axaftinê yê azadiya birêz Oran hatiye astengkirin. Ne tenê axaftina wî hatiye astengkirin heman demê mafê wî yên takekesî rastî êrîşê hatiye. Divê doza me bê qebûlkirin. Di dosyayê de ji bilî kêmasiyên lêgerîna obariya wan kesan û rewşa wan a civakî tune ye.”
Parêzera Erdogan Eker jî daxwaza redkirina dozê kir.
Heyeta dadgehê jî piştî navberê biryara redkirina dozê da.