Li Xarpêtê 8 kes hatin girtin

XARPÊT/AMED – Li Xarpetê ji 12 kesên bi hinceta parvekirina medya civakî hatibûn binçavkirin jê 8 hatin girtin. Li Farqînê jî kesek hat binçavkirin.

Li navenda Xarpêt, navçeyên Dep û Qovanciyan ên Xerpêtê di 18’ê tebaxê de bi hinceta parvekirinên medya civakî 12 kes hatibûn binçavkirin. Piştî karên îfadeyê îfadeyên li Miduriyeta Polîsan a Xarpêtê 12 kes derxistin edliyê. Dozgeriyê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kirine” bi daxwaza girtinê her 12 kes jî sewqî dadgehê kir. Ji 12 kesan Abdulhamît Oran, Îrfan Bîlîn, Recep Ozgun, Selamî Demîrdag, Galîp Demîrdogen û Zekî Okçuoglu û 2 kesên navê wan nehat zanîn hatin girtin. 4 kes jî serbest hatin berdan.

Li aliyê din hat zanîn ku di serdegirtina malan de Polîsên Hêzên Çevîk çek xistin serê welatî Ramazan û zaroka wî ya 4 salî wî diavêjin li dîwar dixin.

LI FARQÎNÊ KESEK HAT BINÇAVKIRIN

Li taxa Camî ya Farqîna Amedê jî rêveberê Rêxistina DBP’a Farqînê yê berê Nacî Toptemîş di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin.

Hinceta binçavkirina Toptemîş nehat zanîn.