AMED - Platforma Hiquqnasên Azadîparêz (OHP), li dijî xerakirin û talankirina Heskifê li Dozgeriya Komarê ya Êlihê gilî kirin û xwestin bi lezgîn tedbîr bên girtin.
Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz, (OHP), têkildarî xerakirin û talankirina Heskîfê ji bo berpirsiyar bên darizandin û cezakirin li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê dan û gilî kirin. Platformê di daxwaznameya serlêdana sûc de diyar kirin ku Heskif qada sîtê ye û mîrateyên wê nayên veguhestin û guhertin. Parêzeran di daxwaznameyê de naî ziman ku li gorî hêjmara 2863'an a Qanûna Parastina Hebûnên Suriştî û Çandî ya xala 65'an û li gorî xalên TCK’ê zerardayîna van berheman sûc e. Parêzeran anî ziman ku parastin û pêşxistina warê dîrokî û çandî Heskifê li gorî peymana Qanûna Bingehin û peymanên Navneteweyî divê bê parastin û ji ber vê yekê divê bêtir nirxên çand û dîroka Heskifê neyên wêrankirin û talankirin. Parêzeran xwest kesên bi dînamîtan Heskif hilweşandine bên darizandin û cezakirin.