7 cenaze li nexweşxaneya Wanê tên rawestandin

WAN – Cenazeyên tê îdîakirin ku aydî 7 endamên HPG’ê yên li Çoltara Payizava di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan li Nexweşxaneya Herêma Wanê ya Perwerde û Lêkolînê tên rawestandin.

Di 20'ê Tebaxê de li zozanê Hemsayî yê Navçeya Payizava ya Wanê êrişa hewayî pêk haitbû. Piştî êrîşê 4 cenazeyên tê îdîakirin endamên HPG’ê ne anîn Nexweşxaneya Herêma Wanê ya Lêklîn û Perwerdehiyê. Di 21'ê Tebaxê de jî li navçeya Payizava li nêzî heman herêmê di êrîşê de endamekî HPG'ê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî pevçûnê 3 cenazeyên din anîn Nexweşxaneya Herêmê ya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê. Heta niha 7 cenaze li morga nexweşxaneyê tên rawestanidn.