ENQERE - Çalakgerên ji bo Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça li Kolana Yukselê di roja 288’an de xwestin kom bibin rastî astengiya polîsan hatin.
Çalakiya kedkarên cemawerî ya li Kolana Yuksela Enqereyê ya "Em dixwazin li karê xwe vegerin" û piştgiriyê didin Akademîsyen Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça, di roja 288’an de jî domiya. Çalakgerên li Kolana Konurê kom bûn û xwestin bimeşin Peykerê Mafê Mirovan. Lê polîsan çalakger asteng kirin. Polîsan êrîşî koma ya pankarta “Bila Nuriye û Semîh vegerîn karê xwe” vekirin kir û heta Kolana Meşruiyetê dûr kirin.
Komê li ser vê yekê dirûşmeya “Nuriye û Semîh ne bi tenê ne” berzkirin û çalakiya xwe bi dawî anîn.