AMED - Komîsyona Şaxa ÎHD'ê û Baroya Amedê ya Jinan, der barê zext û pêkûtiyên li ser jinan ên di serdema OHAL'ê de daxuyanî dan û xwestin OHAL bi dawî bibe.
Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Amedê û Komîsyona Mafê Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, der barê zewt û pêkutiyên li ser jinan ên di serdema OHAL'ê de li avahiya Xizmetê ya Baro civîna çapemeniyê pêk anîn. Li ser navê jinan Endama Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD'ê Hatice Demir daxuyanî da. Demir, diyar kir ku OHAL'ê jin kir hedef û wiha got: "Bi îlana OHAL'ê re û şûnde zextên li ser jinan û pêkutiyên li ser jinan zêdetir bûn. Destkeftiyên jinan bi tekoşîna salan bi dest xistin ji destê wan hat girtin. Bi tundiyê mafê inan ji destê wan hat girtin. Demîr, binpêkirinên mafan wiha rêz kir. “Bi pêşnûmeya Xizmeta Nifûsê" mafê jinê yên medenî ji destê wê bigire. Em vê pêşnûneyê qebûl nakin. Jinan li dijî jinan porê xwe jê kir. Li girtîgehan ji ber ku jin rastî tundiyê hatin porê xwe jê kirin. Demir, bilêv kir ku spartina cilên yek rengî li dijî rûmeta mirovahiyê ye û li dijî peymanên navneteweyî û Neteweya Yekbûyî ye. Bi KHK û OHAL'ê re, qada lêgerina mafên jinan hatiye sînorkirin. Tundiya liser jinan zêdetir bûye.
Jin û zarok li dijî hemû êrîşan bê parastin hatine hiştin.