NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Teşkîlata MHP'ê ya Eskişehirê yê berê Oguz Sever piştî ji MHP'ê îstîfa kir ligel wî 300 kesên din îstîfa kirin.
Serokê teşkîlata MHP'ê yê Eskîşehîrê yê berê Oguz Sever li Mala Balkan a Odunpazari civîna çapemeniyê pêk anî û îstîfa kir. Sevî Sever rêveberên din yên MHP'ê jî tev li daxuyaniyê bûn û diyar kirin ku îstîfa dikin. 300 kesên îstîfa kirin diyar kirin ku tev li partiya Meral Akşener dibin. Oguz Sever, diyar kir ku siyaseta wan ji serdema Alparslan Türkeş dest pe dike û ji niha û şûnde dê bi Meral Akşener re rêya xwe berdewam bikin.