AMED - Xebatên Muzeya Zindana Hêjmar 5 a Amedê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve dihat meşandin, pişytî Qeyûm Cumali Atilla tayînî şaredariyê hat kirin hat rawestandin. Li şûna Muzeya Zindana Hêjmar 5 a Amedê jî "Komeleya Turkiye Harp Malulu Gaziler Şehit Dul ve Yetimlerî" hat tahsîskirin.
Kordînasyona Muzeya Zindana Hêjmar 5 a Amedê, têkildarî girtina cihê xwe û li şûna wê tahsîskirina "Komeleya Turkiye Harp Malulu Gaziler Şehit Dul û Yetimlerî" li avahiya Komeleya 78’an daxuyanî da. Di civina çapemeniyê de endamên Kordînasyona Muzeya Zindana Amedê, endam û rêveberên HDP û DBP'ê, Dayikên Aştiyê û gelek kesên din amade bûn. Li ser navê koordînasyonê Serokê Komeleya 78’an Gani Alkan daxuyanî xwend û diyar kir ku ji bo Zindana Amedê bibe muze 100 hezar daxwazname dane Komîsyona Meclîsê, partiyên siyasî û şaredariyê. Alkan, da zanîn ku rayedarên dewletê jî gotine ku bila Zindana Amedê bibe muze û wiha got: "Di 18'ê Gulana 2015'an de bi tevlêbûna 56 saziyên sivîl ên civakî Navenda Koordînasyona Muzeya Zindana Hêjmar 5 a Amedê hat vekirin. Koordinasyonê bi 5 komîsyonan dest bi xebatan kir. Lê piştî di 1'ê mijdarê de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, karê yekem ê qeyûmê girtina muzeyê bû. Li şûna muzeyê di 07'ê Kanûna 2016'an de "Komeleya Turkiye Harp Malulu Gaziler Şehit Dul ve Yetimleri ava kirin.
Alkan, da zanîn ku her çend cihê koordînasyona muzeyê hat girtin jî dê dîsa xebatên muzeyê berdewam bikin. Alkan, anî ziman ku ew van neheqî û bêhiqûqayan qebûl nakin û tê têkoşîna xwe ya mafdar berdewam bikin.