Balafir leşkerî ket an hat xistin?

AMED - Şevê din li Amedê balafira şer a F-16 bi şiklekî ne diyar ket. Şahidan diyar kirin ku balafir hat xistin. Rayedarên hikûmetê jî gotin ji ber pirsgirêka teknîkî ket. Ev bû sedena pirsa “balafira şer ket an hat xistin?”

Şevê din li nêzî herêma Palûkê ya li ser Rêya Mêrdînê balafira F-16 ket. Balafira şer F-16 a ji 8'emîn Binkeya Jetî ya 2'yemîn Fermandariya Hêzên Hewayî ya Taqtîkê rabû ket. Balafira şer, li Mewkiya Yeşîldere ya Palûkê ket. Hat diyarkirin ku, berî bikeve pîlot ji xwe ji balafirê avêtiye. Hat zanîn ku, dema lêgerînê de pîlot hatiye dîtin, rewşa wê baş bûye û ew rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbiyê. Hat destnîşankirin ku, enqaza balafirê jî hatiye dîtin û wê di encama lêkolînan de sedema ketina wê bê eşkerekirin.

ÎHA PÊŞÎ GOT 'HATIYE XISTIN' DAWIYÊ NÛÇEYA XWE BI PAŞ VE KIŞAND

Li gor nûçeya Ajansa Îhlasê (ÎHA), di daxuyaniya çavkaniyên ewlehiyê de wiha hat gotin:"Hat tespîtkirin ku, di 12.12.2016'an de saet li dor 19.32'yan li mewkiya Tavşantepeya Palûkê ya li ser rêya Mêrdînê, li herêma cendirmeyan balafira me yî F-16'an ketiye. Rewşa tenduristî ya pîlotê balafirê baş e û bi paraşutê xwe avêtiye û xelas bûye. Di mulaqatên hatin kirin de, hat aşkerekirin ku balafir di encama êrîşê de ketiye." Piştî daxuyaniya ji aliyê TSK'yê ve hat kirin, ÎHA vê daxuyaniyê ji nûçeya xwe bi paş ve kişand.

TSK: DEMA JI BO DAKEVE BER BI PÎSTÊ VE NÊZ BÛ KETIYE

Daxuyaniya ji aliyê TSK'yê ve hat dayîn jî wiha ye:"Balafireke şerî F-16 a aîdî TSK'yê, di 12'ê kanûna 2016'an de saet lid or 19.30'an de, di vegera xwe yî firîna perwerdehiyê de, li Qada Hewayî ya Amedê di mesafeyeke 1,5-2 mîlima de ji ber sedemek hîn nayê zanin ketiye. Pîlot, bêyî birîndar bibe ji bûyerê xelas bûye, rewşa wî ya tenduristî baş e. Ji bo sedema qezayê bê zanîn, lêkolîn hatiye destpêkirin."


HERÊM HAT GIRTIN

Piştî balafir hat xistin li herêma 3 kilometrekare der û dorê wê ji çûn û hatinê re hat girtin. Li gorî agahiyên ji leşkeriyê hatin bi destxistin perçeyên balafirê yên perçe bûne kom dikin û li ser sedema ketinê lêkolîn dikin. Hat zanîn ku heyeta ku ji Fermandariya Hezên Hewayî hatin herêmê lêkolîn bikin.
Hat zanîn ku dê perçeyên balafirê bibin Enqere û li wir lêkolîn bikin.
ŞAHIDÊN BÛYERÊ: HAT XISTIN

Şahidên bûyerê yên gund jî diyar kirin ku perçeyek ji jêr çûye li balafirê ketiye û agir bi balafirê ketiye. Li gorî şahidên bûyerê hat zanîn ku perçe li balafirê ketiye û agir pêketiye û piştre balafir ketiye.
Şahidên gundê Yeşildere diyar kirin ku wan bi çave xwe dît perçe li balafirê ket, agir pê ket û balafir ket.

Rayedarên hikûmetê jî gotin ji ber pirsgirêka teknikî ketiye. Van agahiyên ji hev çûda pirsa gelo balafir ket an hat xistin? anî hiş û aqilan.