RIHA - Hevşaredarê Xelfetiyê Mûstafa Bayram jî di nav de 8 kesên li Rihayê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Li Riha û navçeyên wê, 18 kes di operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin hatin girtin. Dozgeriya Tirk piştî girtina îfadeyê, ji bo girtinê 18 kes sewqî dadgehê kir. Dadgeha Tirk jî biryara girtina 8 kesan da, ku Hevşaredarê Xelfetiyê Mûstafa Bayram jî di nava wan de heye.