REQA - Jina bi navê Secda Hesen Ehmet a ku di operasyona Reqayê de ji destê DAIŞ'ê hat rizgfarkirin diyar kir ku ew ji xêliyên reş rizgar bûne û wiha got: "Êdî em dikarin fîstanên bireng li xwe bikin."
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya Reqayê di roja 4'emîn de didome. Şervanên ku ji du aliyan ve operasyonê dimeşînin, welatiyên kul i 16 gundan ji destê DAIŞ'ê rizgarkirine dibin cihên bi ewle. Kelecan û keyfxweşiya welatiyan a ji rizgrbûna DAIŞ'ê di çavên wan de tê dîtin. Welatiyê bi navê Îsmaîl Hemûd ê 64 salî diyar kir ku DAIŞ'ê xwe tevlî her tiştên wan û mudaxeleyî jiyana wan dikir.
Hemûd, anî ziman ku ew rastî mudaxeleya cil wergirtinê, cixare kişandinê dihatin, gef li wan dihat xwarin û got ku bi rizgarbûnê re êdî dawî li zilmê hatiye.
'ÊDÎ EM DIKARIN BI AWAYEKÎ AZAD LI DERVE BIGERIN'
Zarokê bi navê Hamîs Arîf ê 15 salî bi lêv kir ku li gundê xwe Deraniyê şivantî dikir û wiha got: "Ez gelek caran ditirsiyam ku sewalên xwe bibin çêrandinê lê niha rewş guheriye. Hêzên QSD'ê em rizgar kirin ev ji her alî ve başe. Êdî em dikarin li derve bi awayekî azad bigerin û jiyana xwe biafirînin."
XERÎBIYA JI BO FÎSTANÊN BIRENG
Dayîka 3 zarokan a 30 salî Secde Hesen Ehmed jî wiha axivî: "Em êdî azadin. Bi dawî anîna zilma DAIŞ'ê pir başe bi taybet ji bo jinan. Em ji xêliyên reş rizgar bûn. Êdî em dikarin fîstanên bireng li xwe bikin."