STENBOL - Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), ji bo zext û zordariyên li ser maf û azadiyê bi dawî bibin û rê li pêş girtin, binçavkirin û îşkenceyê bigirin dest bi kampanya “Em dawî li OHAL’ê bînin” kir.
Hevparên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li dijî pêkanînên OHAL’ê bi silogana “Em dawî lê bînin” dest bi kampanya li dijî OHAL’e kirin. HDK’ê starta kampanyayê bi civîna çapemeniyê ya li Buroya HDK’ê ya Beyoglu dest pê kir. Di civînê de Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu û endamên rêxistinên hevparên HDK’ê, nûnerên platformên demokratîk û sivîl amade bûn. Kadker, karmend û akademîsyen, rojnameger ên di pêvajoya OHAL’ê de ji peyvirê hatin dûrxistin amade bûn. Hevberdevkê Hamzaoglu, anî ziman ku ew nikarin heta dawî li hemberî van zext û zordariyan bêdeng bimînin û xwest bi kom û beşên bawerî û rengê cuda re dengê xwe bilind bikin. Hamzaoglu, anî ziman ku ew dixwazin dîwarê tirsê bi hevre hilweşînin û bal kişand ser tifaqa 7’ê Hezîrana 2015’an. Hamzagolu, destnîşan kir ku wê demê li dijî yek partî û yek mirov dengê xwe bilind kirin û Serokomar vîna gel qebûl nekir û li dijî hemû hêzên çep û sosyalîst komkujiya 10’ê Cotmehê ya li Enqereyê pêk anîn û wiha got: “Li herêma Rojhilatê Başûr ketin mala mirovan. Malên wan, çand û dîroka wan talan kirin. Li Tirkiye rojên tarî pêş dikevin. Di 2016’an de li Tirkiye hiqûq ketye bin piyan. Mafên mirovan ketiye bin piyan. Divê em her tiştî ji nûve ava bikin. Avakirin barê li ser milê me ye.”
PÊKANÎNÊN OHAL'ê 12'ê ÎLON'ê DERBAS KIR
Prof. Dr. Zelal Ekinci jî anî ziman ku ew ji serdema darbeya 12’ê Îlonê bêtir di rewşek xerab re derbas dibin û wiha got: “Ji 11’ê Çileya 2016’an heta niha şerekî dijwar heye. Divê em ji vî şerî re bêjin bes e. Me li dijî şer îmze avêt danezanê. Divê em li dijî OHAL û darbeyan re bêjin na.
Kedkara tenduristiyê Narin Duru jî anî ziman ku hikûmet dixwaze li ser civakê tirsê ava bike û divê hemû hêzên muxalif ên dibin hedef bibin yek û têbikoşin.”
Endamê Rêveberiya TV10 Veli Buyukşahin jî anî ziman ku berî ew bên girtin siyasetmedar dikirin mêvan, lê niha dijberî vê yekê pêk tê.
Buyukşahin, da zanîn ku riya çareseriyê pêkanînên demokratîk, hiqûqî û parastina mafên mirovan ên bingehîn in û xwest li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin û bibin yek .
Endama Rêveberiya KHK’ê Çigdem Kiliç Uçar, anî ziman ku ji bo dîktatorî û yek mirovî dixwazin rejîmê biguherin û her roj rastî pêkanînên nayên qebûlkirin tên. Uçar, da zanîn ku bi OHAL’ê binpêkirina mafên mirovan zêde bû û xwest her kes li dijî van pêkanînên dijmirovî dengê xwe bilind bikin û bibin yek.