ENQERE - Hat ragihandin ku ji 16 kesên ku duh li Enqereyê hatibûn binçavkirin û din ava wan de rojnameger Kenan Kirkaya jî heye derbarê 9 kesan de tu dosyayên lêpirsînên tune ne û ji ber vê dozger ne hatiye tayînkirin.
Li Enqereyê duh di saetên serê sibê de polîsan bi ser gelek malan de girtin û derket holê ku derbarê binçavkirinan de tu dozger ne hatiye peywirdarkirin. Hat zanîn ku ji 16 kesên k udi çarçoveya du lêpirsînan de hatine binçavkirin derbarê 9 kesan de tu dosyayên lêpirsînê tune ne û dozger ne hatiye tayînkirin. Li gorî agahiyên ji parêzeran hatiye stendin, 9 kesên ku di nava wan de Şefê nûçeyan ê DÎHA'yê ku bi biryarnameyas KHK'ê hatibû girtin Kenan Kirkaya jî heye bi hinceta derbarê wan de "îxbar" heye hatine binçavkirin, derbarê wan de tu dosyaya lêpirsînê tuneye û dozger jî nehatiye tayînkirin.
Parêzerên ku ji duh ve hewl didin xwe bigihînin dosyaya lêpirsînê, îro gihiştin agahiya derbarê kesên hatin binçavkirin de lêpirsînek ne hatiye vekirin. Hat diyarkirin ku ji ber dosya tune ye nikarin dozger jî tayîn bikin û piştî binçavkirin amadekariyên dosyayê tên kirin.
7 kesên din ên di çarçoveya dosyaya lêpirsînek cuda hatine binçakirin jî biryara 5 rojan a nikarin hevdîtinê bikin didome.