Di du rojan de 325 HDP û DBP'î hatin binçavkirin

ENQERE - Di operasyonên binçavkirinê yên li dijî HDP û DBP'ê de heta niha 9 hevserokên bajaran, du parlamenter bi giştî 325 kes hatin binçavkirin.

Piştî teqîna li Beşîktaşê, di operasyonên ku Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu bi fermana "Em ê tola xwe hilînin" da de, 325 rêverbir û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin binçavkirin. Derbarê operasyonên binçavkirinê yên li dijî herdu partiyan Navenda Karên Zanistê ya HDP'ê daxuyaniyek da. Li gorî daneyên gihiştine berdestê HDP'ê herî zêde li Rihayê kes hatine binçavkirin.

Li bajarê ku binçavkirin li ser sedî ye, hevşaredar û rêvebirên HDP û DBP'ê hatin binçavkirin. Di operasyonê de li 9 bajaran hevserokên bajar ên HDP'ê hatin binçavkirin.

Şevê din jî li ber Navenda Giştî ya HDP'ê, serokwekîla Konma HDP'ê Çaglar Demîrel û Parlamentera Sêrtê Besîme Konca hatibûn binçavkirin.

Li gorî bajaran hêjmara binçavkirinan:

Stenbol: 27
Edene: 23
Mêrsîn: 82
Enqere:16
Manîsa: 5
Îzmîr: 5
Colemêrg:2
Riha: Ji 100'î zêdetir
Dîlok: 45
Kayseri: 6
Balıkesir:7
Erzincan:7