Qeyûma Cizîrê 26 xebatkarên şaredariyê ji kar derxistin

ŞIRNEX- Qeyûma Cizîrê 26 xebatkarên şaredariyê ku di beşên cuda de dixebitin ji kar derxistin.

Li navçeya Cizîra Şirnexê qeyûmê ku hat tayînkirin, 26 xebatkarên ku li şaredariyê di karên cuda dixebitîn ji kar derxistin. Bêyî hincet bê nîşandan, xebatkarên Navenda Tendûrîstiya a Bîşengê Îshak Eren û Fatma Kolanç jî hatin derxistin.

Dîsa di nav wan xebatkarên ku ji kar hatin derxistin de, birayê Yahya Menekşe yê ku di 2008'an de ji aliyê polîsan ve hat kuştin, Orhan Menekşe jî heye.

Navê 26 xebatkaran ji kar hatine derxistin wiha ne: Îsmaîl Bayram, Mesûd Yarbasan, Huseyîn Malgaz, Orhan Menekşe, Cevher Aydin, Edîbe Aslan, Fatma Kolanç, Îshak Eren, Mehmet Halîl Înan, Mehmet Ûgûrlû, Nebahat Îşçî, Sadûn Goçmen, Lokman Karaşî, Lokman Bengî, Agît Gokhan, Alî Avci, Huseyîn Yîgît, Lokman Temel, M. Alî Bayar, Mehmet Bûzan, Mevlut Toprak, Sadik Fîdan, Zeynel Haykir, Semra Yildirim, Cemal Candorûk, Sabriye Alphan.