AMED - Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca ya li Êlihê ji aliyê dozgeriyê ve hatibû berdan, li Amedê dema doza Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîr temaşe dikir, hat binçavkirin û paşê hat girtin.
Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca ya duh dema ji Lijneya Giştî ya Meclîsê derdiket û tevî Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel hatibû binçavkirin û paşê li Êlihê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibû kirin, bi şertê "qedexeya derketina derveyî welat" û "serbestiya venêriyî" serbest hatibû berdan, careke din hat binçavkirin. Konca a ji bo şopandina rûnştina Çaglar Demîrelê hat Edliyeya Amedê, bi awayekî êrîşkariyî hat binçavkirin.
Polîsên ji Êlihê hatin dema xwestin di deriyê rûnştinê de Koncayê binçav bikin, dema xwest biryarê bibîne hat pincirandin. Polîsan bi êrîşkariyî Koncayê binçavkirin û her wiha biryarê nîşan nedan û li benda parêzeran jî neman.
Konca ya li ser îtiraza dozgeriyê dubare hat binçavkirin, li Edlieya Amedê bi rêya SEGBÎS'ê îfade da Dadweriya Cezayê Sulhê û dadwerî biryara girtina Koncayê da.