AMED - Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel a li Enqereyê hatibû binçavkirin û ew anîn Amedê, bi îdiaya derbarê wê de agahiyên îstihbarî yên "reva derveyî wleat" hene hat girtin.
Der barê Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel bi daxwaza 23 sal xwestina cezayê girtîgehê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê doz hatibû vekirin. Demîral ji ber beşdarî rûniştina vê dozê nebûye hat binçavkirin û di ewyana rûniştinê de dozger daxwaza girtina wê kir. Li gel parlementerên HDP'î gelek parêzer û partiyiyî doz şopandin û hat zanîn ku der barê Demîrel de bi îdiaya "Agahiyên îstîhbarî yên wê bireve derveyî welat" biryara girtinê hatiey dayîn.
Demîrel jî l dijî vê îdiayê wiha parêziya xwe kir:"Heke min bixwesta, niha ji zû de ez derketibûm derveyî welat. Ji bo siyaseteke demokratîk ez ê li vir bim. Min li ser biryarekî siyasî anîn vir."
Piştî parêziyan dozgerê rûniştinê, daxwaza girtinê kir. Heyeta dadgehê ji bo biryara navberê, navber da rûniştinê.
Piştî navberê heyeta dadgehê, der barê Demîrelê de biryara girtinê da.