KONYA - Polisan bi ser avahiyên HDP'ê yên Konya û Eskîşehîrê de girt û 9 kes binçavkirin.
Li Eskîşehîrê polisan li ser avahî û malên HDP'iyan de girt, hevserokên HDP'ê jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin navên wan ev in; Hevserokên HDP'ê Ahmet Uluçebî, Işik Polat, endamên HDP'ê Selîm Acun, Çagla Biyikli, Îsmet Avci, Tanya Kara, Rana Gûleryûz, Latîf Çelebî û seroka HDP'ê ya berê Şerîfe Yîgît.
Her wiha piştî ku polisan li avahahiyê lêgerîn pêk anî, komek ciwanên nijadperest li kolanê rawestan û xwestin êrîşî kesên ku di avahiyê de dimînin bikin.
Li gel vê, komek ciwanên nijadperest êrîşî avahiya HDP'ê ya Konyayê jî kirin û tiştên li avahiyê hemû şewitandin. Piştî şewitandina amûrên di avahiyê de nivîsên wekî 'em hatin hûn ne li vir in' hat nivîsandin.