ŞIRNEX - Bavên wan di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan û nav û berxwedan ji bo Bêkes û Sahîbê piçûk ma.
Li ser vê axê gelek zarokên ku piştî dê û bavên xwe çav li cîhanê vekirin bêyî ku wan nas bikin mezin bûne. Yek ji van deveran jî Cizîra Botanê ye û di dema qedexeya derketina derve a 14’ê kanûna 2015’an de bi dehan welatiyan jiyana xwe ji dest da. Gelek zarok piştî bavên xwe yên di berxwedana bajêr de cih girtin hatin dinê û pişt re navên bavê xwe girtin.
GER EZ NEYÊM NAVÊ WÎ BIKIN BÊKES
Yek ji wan zarokan jî kurê Orhan Tûnç ê ku di jêrzemînên Cizîrê de ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, Bêkes e. Dema Bêkes hat dinê bavê wî di jêrzêmînê de birîndar bû. Telefonî malbata xwe kir û got, “Ger ez werim ez ê navê kurê xwe danim ser. Ger ez neyêm jî bila navê wî Bêkes be.” Piştî ku Orhan Tûnç jiyana xwe ji dest dide malbat di nasnameyê de navê Bêkesê piçûk dike Orhan lê di nava malbatê de bi navê Bêkes bang lê tê kirin. Bêkes niha ji bo malbata Mehmet û Orhan Tûnç bûye weke hêviyek jiyanê ango hemû malbat êş û jana herdu kurên xwe bi hebûna Bêkes hebikî jî be dikewînin.
DILSOJÎ Û HESRETA KURÊN XWE BI BÊKES DERBAS DIKE
Di malbata Tûnç de her kes bi Bêkes re eleqeder dibe. Dilsojî û hesreta li hemberî kurên xwe bi Bêkes derbas dikin. Pîrka Bêkes, Esmer Tûnç jî dema neviyê xwe hildigire û diramûse dibêje, “Dibe bavê te, navê li te danîbe Bêkes lê tu ne Bêkesî tu Orhan Tûnç î.” Bêkes zarok e lê dema wêneyên bav û mamê xwe di malê de dibîne weke her zarokêkî bê bav wêneyê bavê xwe maç dike. Li gel ku Bêkes bêfam e û nizane bavê wî jiyana xwe ji dest daye jî valehiyek mezin di jiyana xwe de dijî.
Li Cizîra Botanê gelek çîrok wek hev in û wek hev tên jiyîn. Dema ku Sahîb Edîn di qedexeyê de li hember êrîşên hêzên dewletê li ber xwe dida hayê wî jê tunebû ku hevjîna wî du canî ye. Her wiha hayê hevjîna Edîn, Bêrîvan Edîn jî ji vê yekê tunebû. Di qedexeya 79 rojan de Sahîb Edîn jiyana xwe ji dest dide û piştî qedexeyê cenazeyê wî di sindoqekê de tê ditîn.
PIŞTÎ BAVÊ XWE 6 MEHAN HAT DINÊ
Sahîb Baranê piçûk piştî ku bavê wî jiyana xwe ji dest dide 6 mehan tê dinê. Sahîb Baranê piçûk niha bûye 4 meh î û hîn ewqas fama nebûye ku bizane bavê wî di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest daye û navê bavê wî lê hatiye kirin. Tevî ku hevjîna Sahîb Edîn, Bêrîvan Edîn 3 zarok din jî hene ji ber ku navê hevjînê xwe li zarokê xwe kiriye di malê de herî zêde Sahîb Baran tê heskirin.