Guven: AKP-MHP û Erdogan li dijî Ocalan bûn yek

AMED - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven tecrîda li ser Ocalan wek sûcê mirovahiyê bi nav kir û li ser polîtîkayên li dijî Ocalan jî wiha got: “AKP-MHP û Erdogan ‘Îmhkarina Birêz Ocalan’ jî di nav de dixwazin gelek tiştan bikin. Lê bi vê yekê nasekinin. MHP û AKP dixwazin Ocalan ji holê rakin û li ser vê yekê siyaseta xwe bidin meşandin.”

Rêberê PKK Abdullah Ocalan ji sala 1999’an û vir ve li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin. Heta niha gelek mafên Ocalan yên girtîbûnê hatine binpêkirin û dewlet nahêle hevdîtina malbat û parêzeran li gel Ocalan pêk were. Herî dawî ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir heta niha parêzerê Ocalan nikarin wî bibînin û hevdîtinên wan tên astengkirin û deriyên Îmraliyê li wan girtî ye. Piştî pêvajoya çareserî û aşîtiyê bi dawî bû ji 5’ê Nîsana 2015’an vir ve jî ne heyet, parêzer û malbat nikaribûn Ocalan bidîtina. Piştî ku li Amedê di 5’ê îlonê de 50 siyasetmedarên kurd ji bo agahiyê ji Ocalan bigirin û tecrîd rabe çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dan destpêkirin, herî dawî di 11 îlonê de birayê Ocalan, Mehmet Ocalan li gel wî hevdîtin pêk anî û bi vî awayî agahî ji Ocalan hat girtin. Bi vê agahî girtinê re jî siyasetmedaran dawî li çalakiya xwe anî.

‘ÎMHAKIRINA OCALAN’ TÊ ÇI WATE YÊ?

Her çiqas agahî ji Ocalan hat girtin jî lê ev bû 3 meh ji Ocalan agahî nayê girtin û her ku diçe tecrîta li ser Ocalan girantir dibe. Bi konsepta kûrkirina şer re li Îmraliyê jî îzolasyon û tecrîd bênavber didome. Niha jî li Tirkiyê tê axaftin ku îtifaqa AKP û MHP bi hevkariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dixwazin Ocalan “îmha bikin.” Tecrîdkirina girankirî, ji Ocalan negirtina agahiyan û “îmhakirina Ocalan” jî bû mijara sereke ya rojeva kurdan û dostên wan. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven têkildarî tecrîd û “Îmhakirina Ocalan” ji dîhaberê re axivî.

‘BILA BAZARIYA LI SER OCALAN DERKEVE HOLÊ’

Guven dest nîşan dike ku, pirsgirêka bingehîn a li Tirkiyê pirsgirêka kurd bi dîlgirtina Ocalan re her ku diçe nayê çareserkirin û got, ji ber tecrîda li ser Ocalan pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Guven diyar kir ku, hêzên navnetewî bi dîlgirtina Ocalan re xwestin hemû Rojhilata Navîn dîl bigirin û pirs kir ku divê hêzên navnetewî li ser kîjan bazaran li hev kiriye derkevin holê. Guven dide zanîn ku, Ocalan wek şexsiyetek ji rêzê nikarin bigirin dest û wiha doamand: “Birêz Ocalan di Rojhilata Navîn de xwedî rol û ristek rêberiyê ye. Heta niha gelek mirov derketine pêş, lê ne wek Ocalan bûne. Hêzên navnetewî dîtin ku her diçe rêberiya Ocalan li Rojhilata Navîn mezin dibe, xwestin di şexsê Ocalan û felsefeya wî de gelê kurd tune bikin. Ji ber vê yekê Birêz Ocalan bi komployek navnetewî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Konsepta li ser Ocalan hat meşandin, bi tecrîdê dan destpêkirin û ev 18 sal e ev tecrîd didome.”

'18 SAL IN SÛCÊ MIROVAHIYÊ DIDOM E’

Guven bi bîr xist ku, tecrîda li ser Ocalan tenê di pêvajoya çareseriyê de kêm bûbû û wiha got: “Çawa ku Erdogan û hikûmeta wî mutabaqata Dolmabahçeyê red kirin, vê carê jî bi konspetek nû tecrîda giran dan destpêkirin. Ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve tecrîdek wek sûcê mirovahiyê li dijî Ocalan heye. Ji bo em wê tecrîdê bişkînin me wek 50 siyasetmedarên kurd greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger dabû destpêkirin çalakiya me encam girt. Lê dewletê daxwaza me û peyamên Ocalan jî ji bîr kir. Li gel ku birayê wî Mehmet Ocalan hevdîtin pêk anî jî, lê ev bû 3 meh tecrîdek hîn girantir dest pê kir û didome. Hemû qada navnetewî û Tirkiye jî baş dizane ku tecrîd sûcek mirovahiyê ye. Lê ev bû 18 sal ev sûcê mirovahiyê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve pêk tê. Heta niha ne li qada navnetewî û ne jî li Tirkiyê ji bo Birêz Ocalan gavên berbiçav nehatine avêtin û bêdengiya saziyên huqûqî yên navnetewî û Tirkiyê didome.”

‘AKP-MHP Û ERDOGAN DIXWAZIN OCALAN ÎMHA BIKIN’

Guven rojeva “Îmhakirina Ocalan” jî nirxand û wiha domand: “Bi îmza MHP li vî welatî cezayê dardakirinê hat rakirin. Gelo çi qewimî ku MHP dixwaze cezayê dardakirinê carek din bikeve rojevê. Niha jî îtifaqeke AKP û MHP'ê heye. Îtifaqa wan tenê ne ji bo pergala serokatiyê ye. Îtifaqa wan hin kûrtir e û qirêjtir e. ‘Îmhkarina Birêz Ocalan’ jî di nav de dixwazin gelek tiştan bikin. Lê bi vê yekê nasekinin. MHP û AKP dixwazin ‘îmhakirina Ocalan’ bixin rojevê û li ser vê yekê siyaseta xwe bidin meşandin. MHP her çiqas ne desthilatdarî be jî lê desthilatdarî li ser fikra wan siyasete dimeşîne. AKP hemû daxwazên MHP’ê pêk anî û hemû bajarên Kurdistanê xera kirin û kevir li ser li ser kevir nehiştin. Ev îtifaq li ser qirkirina kurdan û li ser jiyana Ocalan pêk hatiye û tên nîqaşkirin.”

‘DI ŞEXSÊ OCALAN DE HEMÛ KURDAN TECRÎD DIKIN’

Guven balê kişand ser rola Ocalan a li Tirkiyê û Rojhilata Navîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê bila ew kesên ku dibêjin em ê ‘Ocalan jî îmha bikin’ baş bizanibin, Birêz Ocalan li Tirkiyê û Rojhilata Navîn teminata aşîtiyê ye. Eger ku îro ew zirarekî bidin Ocalan, wê demê dê rewşa Tirkiyê ji ya Suriyeyê xerabtir bibe. Eger ku heta niha şerê navxweyî li Tirkiyê derneketibe jî bi saya Birêz Ocalan e. Ev bû demek dirêj em dîsa ji Ocalan agahî nagirin, em nizanin ka rewşa wî çawa ye û ji bo vê konsepta şer çi difikir e û nêrînên wî çi ne. Pêwîst e dewlet demildest riya Girava Îmraliyê veke û hevdîtin bi Ocalan re pêk bên. Tecrîda li ser Ocalan hîn bêtir şer kûrtir dike. Her tim PKK dibêje ‘Eger ku tiştek bê serê Ocalan em ê dinyayê xera bikin’ ev peyam ne hêsan e, divê baş bê xwendin. Niha di şexsê Birêz Ocalan de li ser hemû kurdan tecrîd pêk tê. Yanî bi Rewşa Awarte dixwazin hemû gelê kurd tecrîd bikin.”

Bîlal Guldem - dîhaber