Bavê Enes Ata: Edaleta piştî 10 salan bê, ez ê çi bikim jê!

AMED - 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê polîsên kujerên Enes Ata yê 8 salî ku di sala 2006’an de li Amedê di encama gulebarana polîsan de hat qetilkirin, doza beraatê dike. Bavê Enes Ata, Selamattîn Ata anî ziman ku, ew 10 sal e cîgera wî diêşe û wiha got:"Edaleta piştî 10 salan bê, ez ê çi bikim ji wê edaletê."

Li Amedê di 28’ê adara 2006’an di encama êrîşên polîsan de zarokê bi navê Enes Ata yê 8 salî û Mahsûn Mizrak yê 14 salî hatin qetilkirin. Ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve doz hat vekirin, lê ev 10 sal e hê jî kujerên Enes û Mahsun ne hatine cezakirin. Li gel biryara AÎHM’ê ku Tirkiyeyê sucdar dîtîye jî, di 33'yemîn rûniştina dozê de herî dawî der barê her 3 polîsên kujerên Enes û Mahsun de beraat hat xwestin.

BAWERIYA BI HUQIQÊ NEMA YE

Bavê Enes Ata, Selamattîn Ata bertek nîşanê daxwaza beraata polîsan da û anî ziman ku, her tişt li holê ye û wiha axivî: “Tû hêvî û baweriya min bi huqûqê nema ye. Polîs bi xwe jî înkar nakin û digirin ser xwe jî. Bêyî biryara dadgehê hebe, cilên Enes jî hatin windakirin. Ji vê saetê şûn de, ez ê li benda çi bisekinim."

‘EV DEH SAL E ÊŞA KURÊ XWE DIKŞÎNIM’

Ata bi gotina “Ev deh sal e êşa kurê xwe dikşînim” hestên xwe parve kir û axaftina xwe wiha domand: “Ji roja Enesê min hat qetilkirin heta niha emrê min li ber dadgehan derbas bû. Dizanim taliyê dê bên beraatkirin. Lê heta dawiyê ez ê tekoşîna edaletê bidimînim. Bi rastî edaleta piştî deh salan bê vale ye. Kujerên Enes bi bacên min pere distînin, hê li ser kar in. Çend rojên din dê teqawîd bibin. Lê heta dawiyê jî ez ê li pey wan bim.”

Ata diyar kir ku, heger kujerên kurê wî neyên ceza kirin dê qetilkirina zarokan bidome. Ata da zanîn ku, dadgeh dixwast bi riya tezmînatek biçûk mijarê bigire, lê wan doza tezmînata 250 hezar TL'yî vekiriye.